Jinên Efrînê: Em dixwazin dewleta tirk ji nava axa me derkeve 2019-11-13 11:31:39   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên beşdarî meşa li dijî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne gotin: “Em Efrînê dixwazin. Heta mirinê em ê bang bikin û bibêjin Efrîn.”   Bi sedan şêniyên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne bi meşekê nerazîbûnên xwe ji êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan. Di derbarê vê yekê de jinên Efrînê yên tevlî meşê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.   ‘Xwesteka me dewleta tirk ji nav axa me derkeve’   Mamoste Zekiye Bereket a ku tevlî meşa şermezarkirina êrîşan bûye got: “Em daketine kolanan ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a faşist. Em tu carî van êrîşan û gefan di nava erdên xwe de qebûl nakin. Divê dewleta tirk ji Efrîn û tevahî xaka Sûriyeyê derkeve. Em ê rojane li dijî wî li qadan bin û êrîşê wî şermezar bikin. Gelên Sûriyeyê yek in, xwesteka gel jî ew e ku dewleta tirk ji nav axa wan derkeve. Em dixwazin dewleta tirk ji nava axa me derkeve.”   ‘Heta mirinê em ê bang bikin û bibêjin Efrîn’   Necah Reşîd helwesta xwe ya li hember êrîşên dewleta tirk anî ziman û wiha pê de çû: “Em li Efrînê bi aramî û wekhevî dijiyan, lê çavên dewleta tirk ev yek tehemûl nekir û êrîşên xwe ya hovane ser me de anî heta em koçber kirin. Em ê li Şehbayê her li ser piya û li qadan bin ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk. Dewleta tirk êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê jî kir, lê dîsa nikare îradeya gelê kurd lawaz bike. Em ê heta mirinê ban bikin û bibêjin Efrîn. Heta ku dewletên navneteweyî jî banga me dibihîsin em ê banga xwe mezin bikin. Dewleta tirk êrîşî me dike.”   ‘Efrînê dixwazim’   Dayika bi navê Fatimê Ebdo ya 90 salî ye û astengdar e jî beşdarî meşê bû û xwesteka xwe bi van gotinan bi lêv kir: “Efrîn can û rihê me ye. Em nikarin bihêlin, çi ji min were xwestin bi vî temenê xwe ez amade me ji bo Efrînê bikim. Me şehîd jî dan û em ne poşman in, ji ber parêzvaniya axa xwe ked û berdêlên giran dixwaze. Tenê Efrînê dixwazim.”