Nezareya Ezîz: Yekîtiya jinan dê pilanên navneteweyî têk bibin 2019-11-13 09:38:20   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Encumana Tevgera Azadiyê ya Başûrê Kurdistanê, Nezare Ehmed Ezîz bi lêv kir ku yekîtiya jinan dê dagirkeriyê têk bibe û jiyanek azad mîsoger bike.   Ji Başûrê Kurdistanê şandeya ku ji 21 jinî pêk dihat ji bo piştgiriyê serdena Rojavayê Kurdistanê kiribûn. Endama Encumana Tevgera Azadiyê ya Başûrê Kurdistanê Nezare Ehmed Ezîz ku di nava şandeyê de cihê xwe girtibû ji ajansa me re sedema hatina wan weke şande nirxand û got “Bi yekîtiya jinan îradeyek xurt ava dibe. Em ê bi rihê yekîtiyê bi serk bikevin.”   'Berxwedan û yekîtî dê pilanên navneteweyî têk bibe'   Nezareyê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê û wiha got: “Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk a dagirker êrîşî seranserî sînorê Rojava kir. Ev êrîş pilanek navneteweyî ye. Rûsya û Amerîka jî piştgirî dan vê yekê. Ev komploya li dijî pêkhateyên herêmê tê meşandin û bi taybet gelên Kurd, hedef tê girtin. Em helwesta erêkirian êrîşa li dijî gelê kurd bi tundî şermezar dikin. Komplo li dijî hebûna gelê Kurd e. Hemû dewlet îro destê xwe xistine destê hev û ji bo qirkirina gelê Kurd li hev dikin. Li beramberî van pilanan berxwedan û yekîtî pêwist e.”    ‘Têkoşîna jinên Rojava hêz û moral da hemû jinên cihanê’   Nezareyê diyar kir ku berxwedana jinên Rojava ji bo hemû cihanê nimûne ye û wiha berdewam kir: “Di şoreşa Rojava de jin pêşeng bû. Îro jin ji berxwedana serdemê heta berxwedana rûmetê pêşengtî dike. Têkoşîna xwe li himber dagirkeriyê mezin dike. Berxwedana jinan ji bo me jinên Başûr hêz û moral bû. Di heman demê de ji bo hemû cihanê mînaka serkeftinê ye. Di êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jinan hedef digirin. Hedfgirtina jinek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefgirtina hemû jinên cihanê ye. Di şexsê Hevrîn Xelef de xwestin îradeya jinan têk bibin. Hevrîn banga azadî û yekîtiya jinan e.”   'Êrîş berdewamiya komploya ser rêber Apo ye'   Nezareyê êrîşên li ser Rojava weke berdewamiya komploya navneteweyî ku 9’ê Cotmeha sala 1998’an hatibû destpêkirin nirxand û wiha pê de çû: “Fikrên Rêber Apo sembola azadiya hemû jin û mirovahiyê ye. Ev ramana azadiyê her dem dibe hedefa êrîşên pergala deshilatdar. Ji ber bi pêşengiya jinan vê ramana wekheviyê xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jîndar dikir, car din bû sedema tirsa pergala deshilatdar û bû hinceta êrîşan. Bi hawekî hovane êrîşî rêveberiya xweser dikin. Berpirsiyariya me jinan parastina rêveberiya xweser e.”   Nezareyê di dawiya axaftina xwede bang li tevahî jinên cihanê kir ku ji bo avakirina jiyanek azad yekîtiya xwe ava bikin û piştgirî bidin jinên Rojava da ku bi hev re dagirkeriyê hilweşînin.