Birîndarên teqîna Qamişloyê: Em ê heta dawî li ser axa xwe bijîn 2019-11-13 09:17:47   Roj Hozan   QAMIŞLO - Birîndarên teqîna Qamişloyê, li ser bûyera teqîna ku li Qamişloyê rû da, axivîn û gotin: "Ev ne edalet e ku em di welatê xwe de bi êş bijîn. Tu heqê dagirkeran tune ye ku êrîşî axa me bikin û me bikujin. Em ê heta dawî li ser axa xwe bijîn. Em dev ji axa xwe bernadin.”     Li bajarê Qamişloyê Rojava 2 teqînên mezin rû dan. Teqîn di nava bazara giştî ya gel de li pêşiya hotêla Sûfera bi erebeyek bombebarkirî, pêk hat. Dema ku şênî li ser erkê vedigeriyan malê û hin ji wan jî li bazarê pêdîviyên xwe peyda dikirin, ev bûyer çêbû. Di nava teqînê de 47 kes birîndar bûn û 6 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî zerarên madî yên ku gihaştin mal û dikanên welatiyan, ev teqîn bû sedem ku 6 kes jiyana xwe ji dest bidin. Teqîna hovane aramiya welatiyan hedef girt. Di nava kesên birîndar de ji hemû netewan mirov hene, kurd, ereb û sûriyan. Têkildarî mijarê birîndarên teqînê yên ku rakirine nexweşxaneyê qala bûyerê dikin û dibêjin: "Teqînê aramiya gelan hedef girt, tu wijdanê mirovahiyê tune ye."   'Ma heta kengî wê bêhna xwîna mirovan ji welatê me were?'   Birîndarê Suriyan Entonyos Somî yê 53 salî, gelek şewat û parçe di canî wî de hene û niha li nexweşxaneya Selam a Qamişloyê tê dermankirin. Hevjîna Entonyos, Semîra Gewriya wiha qala rewşa wî dike: "Hevjînê min ji malê derket da ku biçe bazarê. Di demek kin de dengê teqînê me bihîst. Em jî derketin û lêgeriyan heta dawiyê me dît bi birîndaran re rakirin nexweşxaneyê. Ev bûyereke pir bi êş bû. Em sivîl in, hemû gelê Qamişloyê bi hezkirin dijîn. Ev ne edalet e, ku em di welatê xwe de bi êş bijîn. Teror naxwaze gel aram bijî. Ev 9 sal in em her roj rastî bûyerên êrîşî, teqîn û kuştinê tên. Her roj em nizanin wê kî biçe. Em ji şer pir westiyan. Em hemû netew yek rih in. Berî teqînê jî keşeyê kenîseya ermen jî hat hedefgirtin û bi êrîşeke hovana tevî bavê wî qetil kirin. Divê ev komkojiyên derheqê mirovan de werin rawestandin. Komkujiya derheqê keşeyê me de, peyamek ji netewên mesîhîre ye, ku wê komkujiyên din jî ser me de werin. Ma heta kengî wê bêhna xwîna mirovan ji welatê me were?"   'Em ê li ser vê axê bijîn û em ji terora wan bi hêztir in'   Sivîlê birîndar yê ku ji netewa erebe Hamid Enter Idrîs ê 47 salî, ji bajarokê Tilkoçerê ye, ew jî di nava teqînê de birîndar bûye û wiha dibêjê: "Ez ji Tilkoçerê me, nexweşekî min hebû ez pêre hatin Qamişloyê. Min di destpêkê de dengê teqîna yekem bihîst ez derketim kolanê, da ku binêrim çibûye. Teqîna din çêbû ez di nav de bûm, parçe li lingê min û rûyê min ketin û ez rakirim nexweşxaneyê. Ev êrîşa hovane nikare vîna gelan têk bibe. Em ê li ser vê axê bijîn û em ji terora wan bi hêztir in. Gelek mirovên sivîl bê sûc birîndar bûn. Yên ku van teqînan derheqê sivîlan de dikin, tu wijdanê wan tune ye. Em hemû sivîl in her yek ji me pêdiviyeke wî di nava bazarê de heya. Teror mirovan nas nake."   'Em ji hovîtiya wan natirsin, heta dawiyê em ê li ser axa xwe bijîn'   Ciwanê kurd Can Yûsiv ê 17 salî, di nava teqînê de parçe li serê wî ketiye. Meta Can, Zekiya Yûsiv li ser birîna kurê birayê xwe wiha gotinên xwe ji me re parve kir: "Can ji dibistana xwe vegeriya malê, da ku biçe bazarê hin kincan ji xwe re bikire. Dema teqîn çêbû, me jî bi lez lê pirsî. Can parçe ji serê xwe xwariya niha rewşa wî baş e, lê hevalê wî yê ku pê re bû ji ber rewşa wî ya giran rakirin nexweşxaneya başûr. Kiryarên hovane tu carî bi ser nakevin. Hger ku sivîlan hedef digirin, bila biçin meydana cengê şerê xwe bikin. Em ji hovîtiya wan natirsin, heta dawiyê em ê li ser axa xwe bijîn."