Canan Gullu: Enqere bêdeng e, jin jî zêdetir dengê xwe bilind dikin 2019-11-13 09:11:58   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Seroka TKDF’ê Canan Gullu, sedema şîdeta zêde bûye û kuştinên jinan AKP nîşan da û got: “Tevî ku AKP’ê Peymana Stenbolê îmze kiriye, pêk neaniye. Em hikûmeteke ku destên wê girêdayê dibînin. Em jin jî tevî hemû astengiyan dengê xwe bilind dikin.”   Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di 2019’an de heta meha cotmehê 380 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.   Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) Canan Gullu, bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Ser Jinê, kuştinên jinan, êrîşên li hember jinan û sedem û çareseriyên wê nirxand.   ‘Ya ku peyman îmze kiriye jî AKP ye, ya pêk nayne jî AKP ye’   Cananê destnîşan kir ku desthilatdarî Peymana Stenbolê qanûna hejmara 6284'an ku gelek girîng e pêk nayne û heta wek peymaneke ku ‘malbatê belav dike’ dibîne û hedef digire. Cananê ev tişt bi lêv kir: “Peyman di 2011’an de li Stenbolê ji îmzeyê re hat vekirin ji bo pêkhatina wê jî di 2012’an de qanûna hejmara 6284'an hat derxistin. Peyman di 2014’ab de ket meriyetê. Peymaneke ku dewletê jê re gotiye ‘li ser navê jinê rastî şîdetê hatiye ez parstina wan qebûl dikim’. Dema em li hemû xalên metnê dinêrin, dibînin ku mexdûrên şîdetê diparêze. Peymana Stenbolê di alî global de ji bo pêşî li şîdetê bê girtin li Konseya Ewropayê hatiye îmzekirin û Tirkiye jî yekem welatê ku îmze kiriye. Ez bi taybet vê tînim ziman. Lê dewleta ku vê peymanê pêk nayne ye.”   ‘Dema peyman pêk nehat şîdet jî nasekine’   Cananê destnîşan kir ku di navbera 2008-2019’an de hejmara jinên hatine qetilkirin 2 hezar û 950 ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hûn dibin şahidê bûyerên şîdeta li ser jinan. Ev bûyer piranî li kolanan pêk tên. Yên van bûyeran pêk tînin jî hevjîn, destgirtî, bira û bav in. Lê dewleta ku peyamana Stenbolê pêk nayne, nikare pêşî li şîdeta li ser jinan jî bigire.”   ‘Bankaya daneyê ya wezaretê tune ye’   Cananê bi lêv kir ku ne tenê li hember jinan li hemû zarokan jî her cureyê şîdetê pêk tê û xwegîhandina daneyên îstîsmara zarokan a wezareta dadê jî hatiye astengkirin û got: “Daneyên der barê îstîsmarê de radeyên rêxitinên civaka sivîl in. Bankayeke daneyê ya wezareta dadê an jî ya wezareta malbatî tune ye. Em hewil didin xwe bigihînin hemû jin û zarokan û darazê re ragihînin û her kesî bikin xwedî hişmend. Enqere jî bêdeng e û dest girêdayî ye.”    ‘Di 25’ê mijdarê de rengê protestoyê wê sor be’   Cananê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku tevî hemû tiştên neyînî têkoşîna jinan her diçe mezin dibe û wiha dawî lê anî: “Em bang li hikûmetê dikin û dibêjin;Pêkan e ku em Tirkiyeyek bê şîdet biafirînin. Hûn ê vê dirûşmê di 25’ê Mijdarê de li her derê bibînin. Di 25’ê Mijdarê de rengê têkoşîna me jî wê sor be.”