Şevîn Coşkun: Ji bo demokrasiyê divê em rêxistina xwe bi hêz bikin 2019-11-13 09:09:32   WAN - Li dijî tayinkirina qeyûman bertek û nêrazîbûn didomin. Têkîldarî tayinkirina qeyûman parlementera HDP’ê ya Muşê Şevîn Coşkun nirxandin kir. Şevinê got:”Ji bo bi hêzkirina tifaqa demokrasiyê divê em rêxistina xwe bi hêz bikin”    Piştî hilbijartinên 31’ê adarê  sê jê bajarên mezin bi giştî 16 şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin. Di nav de hevşaredarên bajarên mezin ji heyî gelek hevşaredar ji bi minesebeta ‘Endamên rêxistinê ne’ hatin girtin. Li her deveran li dijî tayinkirina qeyûman bertek û nêrazîbûn tên. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Muşê Şevîn Coşkun der barê tayinkirina qeyûman nirxandin kir û bang li hemû alîgerên demokrasiyê kir ku li dijî tayinkiina qeyûman rêxistinbûna xwe bi hêz bikin   ‘AKP bi tayinkirina qeyûman tola xwe hiltîne’   Şevînê bi lêv kir ku êrîşên îktîdara heyî nikare wan ji têkoşîna wan dur bike û got ku ew ê li her qadên jiyanê li dijî bêhihuqiyê li ber xwe bidin û wiha axivî; "HDP partiya jinan û ciwane ne. Partiya me ya HDP’ê partiya hemû bawerî û gelane. Ji roja  ku HDP hatiya avakirin heta roja me ya îro ji hemû gelên bindest re bûye hêvî. Ev hêviye di hilbijartinên 7 hezîranê de zêde bû û hêja jî pêl bi pêl mezin dibe. Îktîdara ku ji mezinbûna partiya me ditirse êrîşî partiya me dike. Bi taybetî ji di 5 salên dawiyê de li dijî hevserokên me yên giştî yên berê  Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, parlementerên me û bi hezaran welatiyên welatparêz hatin rehingirtin. Wekî ku hûn ji dizanin di sala 2016’an de ji 104 şaredariyên me 96 şaredariyên me hatin desteserkirin. Piştî ku qeyûm avêtin şaredariyên me xebata wan a yêkem bû hedefgirtina deskeftiyên jinan."   Şevînê bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê jî û wiha berdewam kir: " Tiştê ku hatî armançkirin tunekirina deskeftiyên gelê me bûn. AKP di hilbijartinên 31’ê adarê de û hilbijartina Stenbolê ya 23 hezîranê de derbeyeke giran girt û wenda kir. AKP’ê bi tayînkirina qeyûman dixwaze tola xwe hilîne. Di 19 tebaxê de 3 şaredariyên me yên bajarê mezin hatin desteserkirin û ev bêhiquqiya her roj berdewam kir. Hevşaredarên me hatin girtin. Lê bila ev tişte baş bê zanîn ku tu êrîş nikarin me ji tekoşîne dur bixin. Dibe ku êrîş hebin, lê ev êrîşe hêza wan qels dikin. Em ê li dijî vê biquqiyê li her qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin.”     ‘Gelê me qeyûm qebûl nekir û qeyûm şandin Enqereyê’   Şevînê di berdewamiya axaftina xwe de derbirî ku tu meşruyeta tayinkirina qeyûman nine û anî ziman ku divê li dijî tayinkirina qeyûman tu kes bêdeng nemîne û wiha pê de çû;” Tayinkirina qeyûman ne di makeqanunan de, ne di hiquqê de û ne jî di wîjdanê de tu meşruyeta wê tune ye. Li Tirkiyeyê hiquq tê binpêkirin. Ev nêzîkbûna îktîdara heyî her ku diçe zêde dibe. Bi van êrîşan mafê hilbijartin û hilbijêran holê rakirin. Partiya îktîdarê her timgefên ‘Em ê qeyûm tayîn bikin’ dikir. Lê gelê me her tim li dijî vê gotinê got ‘ Ji bo du seatan ji be, em ê dengê xwe bidîn partiya xwe’ û herî dawî di hilbijartinên 31’ê adarê de bi serkeftineke mezin vîna xwe hilbijartin. Ji ber ku gava em li pêvajoya 2016’an de dinêrîn qeyûman şaredarî kirin qadên rantê. AKP li gelek bajaran qeyûm wekî namzet nîşan dan, ger ku gelê me ev qeyûm qebûl bikirana wê dengê xwe ji wan re biavêta. Gelê me qeyûm qebûl nekir û qeyûm şandin Enqereyê. Her roj yan ji 10 rojan de carekî vîna gelê me tê xespkirin. Bêgûman gelê me li hemberî vê bi bertek e. Ger ku îro hilbijartin pêk bê, wê dîsa gelê me dengê xwe bide vîna xwe. Ger ku îro li Wanê vîna gel bê xespkirin ev tê wê wateyê ku vîna hemû gelên Tirkiyeyê tê binpêkirin. Em li vir bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikîn ku li dijî binpêkirina vîna gel bêdeng neminin. Ger îro li vir be, sibê dê vîna gelê Îzmîr, Îstanbul, Mersîn û Edeneyê bê binpêkirin.”   'Divê em rêxistina xwe xurt bikin'   Şevînê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê li dijî êrîşan demokrasî bi hêz bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî;” HDP li ku derê be,dê têkoşîna aşitiyê bidomîne. Me çawa ku duh têkoşîna xwe berdewam kiribe em ê îro jî ji bo jiyana hevpar û jiyaneke azad berxwedana xwe bidomînîn. Îro çiqas alîgerên demokrasiyê, rojnameger,akademisyen, mamoste û  karker hebin tên bêdengkirin. Me di hilbijartinên 31’ê adarê de xeta demokrasiyê bi hêz kir û me pêdiviya demokrasiyê nîşanî îktîdarê da. Ger ku em bibîn yek hêza me  dikare  îktîdarê hilweşîne. Li dijî van îktîdaran divê alîgerên hêzên demokrasiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Çawa ku me di hilbijartinên 23’ê adarê tifaqa demokrasiyê avakiri be, em dikarîn îro li dijî tayinkirina qeyûman ji vê yekê nîşan bidîn. Ji bo bi hêzkirina tifaqa demokrasiyê divê em bertekên xwe bi rêxistin bikîn.”