Xanim Ismayîl a tirkmen êrîşên li herêmê şermezar kir 2019-11-13 09:07:09   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Ji ber êrîşen dewleta tirk, Xanim Ismayîl a tirkmen ji Serêkaniyê koçberê Hesekê bû û êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: "Em hebûna dewleta tirk a dagiker li ser xaka xwe qebûl nakin."   Artêşa tirk di 9’ê Cotmehê de êrîşî seranserî sînorê Rojava kir, di encama êrîşan de 300 hezar kes koçberê bajarê Hesekê bûn û koçber ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li 94 dibistanên Hesekê hatin bicih kirin. Kamereya Ajansa JINNEWS di şopandina rewşa koçberan de hevdîtin bi Xanim Ismayîl ya 55 saliye û ji pêkhateya tirkmene ku ji ber êrîşên dewleta tirk ser bajarê Serêkaniyê koçberî Hesekê bû û li dibistana Ezîziyê a bajarê Hesekê bi cîh bû.   ‘QSD’ê hêviya me ye’   Xanim teqez kir ku kurê wê di nava QSD’ê de cihê xwe digire û dê Serêkaniyê ji dagirkeriyê xelas bike û wiha got: "Dewleta tirk dagirker e, ji ber ew zarok û jinan qetil dike ew bi xwe terorîste. Lawê min di nava QSD’ê cihê xwe digire ez serbilindim, ji ber ku li dijî dagirkeriyê û azadiya gelê xwe şer dike. QSD’ê hêviya me ye ku me ji dagirkeriyê xelas bike."   Xanim bi dilekî şewat behsa zarokekî xwe kir û wiha domand: "Dema artêşa tirk êrîş kir ez reviyam malê ji bo zarokên xwe xelas bikim, lê min zarokek xwe winda kir, ez nizanim ka rewşa wî çiye, çawa ku agir di kezeba min de ye, bila agir bi canê Erdogan bikeve, bila wicdanê mirovan li ber şewata kezebê bêdeng nemîne."    'Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkarî dide'    Xanimê di dewama axaftina xwe de banga alîkariyê kir û got: "Rêxistinên mirovî bi erkê xwe ranabin û em derbasî demsala zivistanê bûn. Wê zarokên me ji serm û birça bimirin. Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku dibistan ji bo me vekirin û li gorî derfetên xwe alîkarî dan, lê hîn jî pêwistiyên me bi alîkariyê heye." Xanimê  daxwaza vegera Serêkaniyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin bi malbata xwe re wekî berê jiyaneke bi aram bijîn."