‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin' 2019-11-13 09:04:44   Xezne Celal/Dicle Demhat   KOBANÊ - Jinên Kurd, Ereb û Tirkmen, êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Bi salane em hemû pêkhateyên Sûriyeyê li ser vê axê bi hev re dijîn û em ê li hember êrîşan axa xwe biparêzin."   Dewleta tirk û hevakarên wê êrîşê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Li gorî gotinên dewleta tirk agirbest hatiye îlankirin, lê belê heya niha bi her awayî êrîş, talankirin malên gel û komkujiyên sivîla li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di encama van êrîşan de bi sedan zarok, jin, pîr, kal, ciwan hatin qetilkirin û bi deh hezaran mirov ji malên xwe koçber bûn. Li dijî van êrîşan li gelek cihên cîhanê bi şêweyên cur bi cur çalakî hatin lidarxistin. Lê belê dewletên navneteweyî jî heya niha li hember van êrîşan bê dengiya xwe diparêzin. Jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen bertekên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    'Em ê bi gotina jin jiyan azadî têkoşîna xwe xurt bikin'   Jina bi navê Rodîn Rifet Muhemed ku ji pêkhateya Kurde ji gundê navçeya Qinê ye wiha nêrîna xwe anî ziman: "Ji 9'ê Cotmehê heta niha em di bin sîha mirinê de dijîn. Di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê bi sedan zarok, jin, kal, pîr û ciwanên me hatin qetilkirin. Dewletên navneteweyî li hember van qetlîamên ku çêdibin bê dengin. Em kurd in xwedê em çêkirin e û em li ser vê axê hatin dinê. Em xwediyê vê axê ne û heta dawiyê wê ev ax ya me be. Şervanên me yê jin di çeperên şer de têdikoşîn û li ber xwe didin. Bi hêz û îradeya jina azad îro em li hember dijmin bi ser dikevin. Bi berxwedan û têkoşîna jina azad 25’ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hat ragihandin. Em ê bi gotina jin jiyan azadî, bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe xurt bikin."   'Em êrîşan qebûl nakin'    Her wiha jina ji pêkhateya Ereb Emîra Semeo jî wiha got: "Pêkhateyên herêma Firatê jiyaneke aram, azad û wekhev bi hev re dijiyan. Dewleta tirk bi rêya van êrîşan dixwaze jiyana me xerab bike. Li herêmên ku dewleta tirk dagir kirin e her roj kuştin, dizî, talan û wêran kirin heye. Armanca Tirkiyeyê ji van êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê dagirkirina herêmê, guhartina demografiyê û vegerandina serdema Osmaniyan e. Em êrîşan qebûl nakin û tu carî nahêlin ku dewleta tirk warê me dagir bike."   'Em naxwazin welatê me were dagirkirin’   Di dawiyê de dayika bi navê Zeyneb Bozo ya ji pêkhateya Tirkmen behsa koçberiya xwe ya ji Efrînê kir û wiha pêde çû: "Ev çend sal in Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê her di nava koçberiyê de ye, em li vir tevahî netew bi hev re bi awayekî aram dijîn. Em naxwazin welatê me were dagirkirin. Dewletên navnetewî dengê me dibihîzin û rewşa me dibinin, lê bes ne dewletên navneteweyî ne jî mafên mirovan karê xwe pêktînin. Herkes beramberî vî şerî bê deng maye em vê yekê qebûl nakin. Heke dewlet netew bixwazin dikarin vî şerî bidin sekinandin, lê bes dewlet netew jî gorî berjewendiye xwe tev digerin û alîkariya dewleta tirk a dagirker dikin.”   'Em ê heta dawiyê li ser axa xwe bin'   Zeynebê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Eger Erdogan û çeteyên wî dikarin bila bê balefirên şer bên û şer bikin, bila rêya hewayî bigirin û sing bi sing şer bikin. Em ê wê demê bibînin kî bi ser dikeve. Em ê ser axa xwe bin. Erdogan tu çi ji welatê me dixwazî ne deynê te li me heye ne jî karê te li ser axa me heye. Em wek Gelên Tirkmen, Kurd, Ereb, Sûryan û hwd. ne te û ne jî sîstema te ya dagirker li ser axa xwe qebûl dikin. Em nezî 25’ê Mijdarê dibin bi boneya vê rojê giştî jinên têkoşer bibîrtinin û dewleta tirk a dagirker jî şemezar dikin. Ji Efrînê bigire heta roja me ya îro bi sedan jin beramberî erîşên dewlata tirk hatine. Her wiha bi sedan jin, zarok jî hatine qetilkirin û bi laşên wan hatiye lîstin.”