Hevşaredara Hezexê ji pevirê girtin 2019-11-13 08:39:36   ŞIRNEX - Wezareta Karên Hundir Hevşaredara Hezexê Songul Erden, ji peywirê dûrx xist. Piştî dûrxistinê polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin.     Serê sibê Wezareta Karên Hundir Hevşaredara Hezexê Songul Erden, ji peywirê dûrx xist. Piştî dûrxistina hevşaredar, serê sibê polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir. Gelek polîs serê sibê çûn mala hevşaredar Erden û tebligata dûrxistinê dan hevşaredar. Lê Hevşaredar Erden teblîgat îmze nekir. Têkildarî mijarê Erden, diyar kir ku ev yek amadekariya tayînkirina qeyûm e.