Li Wanê girtina hevşaredaran hat şermezarkirin 2019-11-12 15:33:02   WAN - Li Wanê girtina hevşaredar Şehzade Kurd û Azîm Yacan bi daxuyaniyek hat şermezarkirin û hat diyar kirin ku tayînkirina qeyûman li hemberî vîna gel derbeyeke siyasî ye.   Li Wanê di encama operasyona serdegirtina malên hevşaredarên navçeyên Rêya Armûşê de Şehzade Kurd û Azîm Yacan hatibûn binçavkirin. Duh jî bi hinceta "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Bi tevlîbûna parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, endamên meclîsa şaredariya Rêya Armûşê, endam û rêveberên rêxistinên HDP yên navend û navçeyê li avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê HDP'ê yê navçeya Reya Armûşê Bahattîn Karaman ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku xespkirina vîna gel bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha hat gotin: "Em dibînin ku hikûmeta AKP'ê dixwaze şaredariyên ku bi vîna gel hatî qezenckirin bi tayinkirina qeyûman bistîne. Ev helwesta bêhiqûqi ye û em vê polîtîkayê qebûl nakin. Di hilbijartinên 31'ê adarê de hevşaredarên me Şehzade Kurt û Azîm Yacan bi dengeke mezin şaredarî qezenç kirin. Em girtina hevşaredarên me qebûl nakîn û dibêjîn ku tayînkirina qeyûman li dijî vîna gel derbeyeke siyasî ye."   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tayînkirina qeyûman vîna gel nas nake. Divê hikûmet dev jî polîtîkayên xwe yên qeyûman berde. Divê hevşaredarên me Azîm Yacan û Şehzade Kurt bi lez bên berdan. Em soz didîn gelê xwe ku em ê heta dawî têbikoşîn û tu caran dev jî têkoşînê bernedin."