Gelê Kobanê bertek nîşanî dewriyeya rûs û tirk da 2019-11-12 13:57:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kobanê leşkerên rûs û tirk ku li rojhilatê Kobanê dest bi dewriya leşkerî ya hevpar kirin, bi şermezarkirina keviran pêşwazî kirin   Tirkiye û Rûsya di çarçoveya lihevkirina Soçiyê de dewriyeke din a leşkerî ya hevpar, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Leşkerên rûs û tirk ku heta niha li bajarên cuda yên herêmê 4 dewriyeyên hevpar pêk anîne, îro jî ji gundê Maris Mîleyê (Merc Ismaîl) ber bi rojhilatê Kobanê tûr avêtin. Lê weke dewriyeyên beriya niha gelên herêmê dîsa bi keviran êrîşî maşîneyên leşkerî yên tevlî dewriyeyê bûn kirin.    Gelê herêmê ku Tirkiyeyê naxwaze, bi keviran êrîşê maşîneyên ku di konvoya dewriyeyê de cih girtin kirin.    Heta niha ji aliyê Wezareta Parastina Neteweyî  (MSB) ve têkildarî dewriyeya ku ji aliyê gelê herêmê ve bi keviran hat şermezarkirin tu daxuyanî neyatiye dayîn.