Piştî bertekan tabelaya pirzimanî ji nû ve hat daliqandin 2019-11-12 11:36:50   MÊRDÎN - Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î ku beriya çend rojan tabeleya xwe ya pir zimanî raikiribû, li ser bertekên zêde yên li dijî xwe dîsa daleqand.   Li Mêrdînê, Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î beriya çend roja tabelaya xwe ya bi zimanê tirkî, kurdî, erebî û suryankî rakiribû. Li ser bertekên zêde yên li dijî xwe şaredariyê ji neçarî careke din tabeleya xwe ya pir ziman daleqand.   Bi hinceta ku pergala wê ya ronkayiyê xera bûbû, tabelaya pir zimanî hatibû daxistin.