'Du întixarên dawî têkçûyina siyasî, ahlaqî û civakî ye' 2019-11-12 09:11:29   Habîbe Eren   ENQERE - Derûnas Sevgîn Turkmen, întixarên komî yên li Stenbol û Antalyayê hatin jiyîn, nirxand û da zanîn ku sedema întîxarên komî tenê bi sedemên aborî nayê vegotin û got ev nîşaneya têkçûna siyasî, ahlaqî û civakî ye.   Li Stenbolê 4 xwişk û birayan ji ber deynê wan ê giran întixar kirin û piştre jî li Antalyayê malbatek ji 5 kesî pêk tê întîxar kirin.  Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya girêdayê NY’ê, li cîhanê di her 40 saniyeyî de kesek întîxar dike. Li gorî vê her sal 800 hezar kes dawî li jiyana xwe tîne, li Tirkiyeyê jî di 17 salan de 50 hezar û 378 kesî jiyana xwe ji det daye.    Di demên dawî de ji ber xizaniyê bûyerên întîxarê zêde bûn. Derûnas Sevgî Turkmen der barê mijarê de nirxandin kir. Sevgiyê da zanîn ku di vê pêvajoya ku krîza aborî kûr bûye hejmara kesên întîxar dike jî zêde bûne û got: “Ger di civakê de întîxar hebin, ev hejmar gelek zêde be û mirov sedemên întîxarên xwe bi nîşeyekê vedibêjin, ger di nameyan de sedema vê dibêjin, bêguman em wek bûyerên munferît nikarin vê bibînin.”   ‘Ne tenê têkçûna aborî, têkçûna ahlaqî ye jî’   Sevgiyê bi lêv kir ku di bûyera întîxara li Stenbolê ya 4 xwişk û birayekî de gelek tişt heye û wiha pê de çû: “Ev bi giştî girêdayê sedemên aborî, têkçûnên civakî û şexsî ne. Ev her çar xwişk û bira dema întîxar dikin, naxwazin kesek din zirarê bibînin û dibêjin 'baldar bin siyanur heye'. Piştî cenaze ji malê tên derxistin BEDAŞ ceyranê dibire. Di demên nêz de em bûn şahidê bûyerên întîxarê yên kesên betal mane, ji kar hatine avêtin. Ciwanên piştî zanîngehê kar nabînin întîxar dikin. Dayikên zarokên xwe nikarin têr bikin întîxar dikin. Mêrên nikarin debara malbatê bikin întîxar dikin. Lê întîxarên komî bêguman gelek sedemên wê yên din jî hene.”   ‘Gelek sedemên wê hene’   Sevgiyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wisa xuyaye ku dema mirov întîxar dikin, naxwazin xizmên xwe bihêlin. Bavê li Antalyayê, piştî mirina her çar xwişk û birayan dizanibû ku BEDAŞ’ê ceyran biriye. Nexwestiye ku piştî wî zarokên wî heman tiştî bijî. Belê xizanî sedema serekeye lê, sedemên din yên cidî yên aborî û ahlaqî jî hene. Qelsbûna aboriyê, qelsbûnên din jî bi xwe re tîne.”   Sevgiyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dibêjin me her tişt jiyaye lê du bûyerên dawî her tiştî vedibêjin: Ji vê bêtartir tişt tune. Zarokên biçûk rastî tecawizê hatin û hatin kuştin. Xwendekar li wargehan hatin şewitandin. Di wargehan de her roj bûyerên tecawizê pêk tên. Jin li kolanan tên kuştin. Kerher her roj li cihê kar mirin. Karker her tim di grevê de ne. Ev du bûyerên dawî nîşaneya têkçûyina aborî, civakî, siyasî û ahlaqî ye.”