Ji kolanên Kobanê: Gefên tirkiyeyê jiyana me ranawestîne 2019-11-12 09:07:15   Berçem Cûdî/Dilocan Bozî   KOBANÊ - Jinên li Kobanê dijîn derbarê gef û êrîşên dewleta tirk yên li ser bajarê xwe şermezar kirin û gotin: "Kiryarên dewleta tirk ne nûne, ev çend sal in ku dijminatiya Kurdan dikin. Kobanê axa pîr û kalên me ye, em ji warê xwe dernakevin û rê nadin ku jiyana me were rawestandin."   Dewleta tirk ev çend sal in li ser şopa Osmaniyan êrîşî li Rojavayê Kurdistanê dike. Ji 9`ê Cotmehê ve artêşa tirk û komên çete yên ku di bin banê wan de ne, bi hemû cûreyên çekan êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Her wiha serokê partiya AKP’ê Erdogan jî rojane tehdîd û gefan li van herêman dixe. Di vê çarçoveyê de ajansa me helwesta jinên ku li sûkên Kobanê kel û pel dikirîn girt.   ‘Serkeftin ya me be'   Jina bi navê Ayşe Ibrahîm şervanên di çeperên şer de silav kir û got: "Zarokên me ditirsin, gelê me koçber dibin û keç û xortên me têne qetilkirin. Ma çi mafê tirkiyê heye ku van kiryaran bîne serê me. Artêşa tirk çi jî bike, em bihustekê ji axa xwe nadin û em nahêlin ku ew xwîna zarokên me yên şehîd ku rijiye ser vê axê vala here. Ez jinek pîrim, temenê min gelekî mezine. Lê bi vî temenê min jî ez ê nehêlim ku deweleta tirk ya dagirker û çeteyên xwe ve bikevin axa me û welatê me dagir bikin. Ez şervanên di çeperên şer de silav dikim, ez qurbana tevahî şehîdan bim û wê serkeftin ya me be.”   'Ez ji vê axê dernakevim'   Her wiha Naylê Hemed da diyar kirin ku ew 60 sal in ku li Kobanê dijî û wiha axivî: “Ev ax ya pîr û kalên me ye, lewra jî em vê axê terk nakin û li welatên biyanî jî bi cih nabin. Dema ku çeteyên DIAŞ`ê êrîşî me kirin, armanc dikirin ku xwestekên Erdogan bi cih bînin. Em dizanin ku tirkiye DAIŞ e, Erdogan li milekî deriyên koçberiyê vedike û li aliyekî jî destek dide êrîşên çeteyan. Axa me şêrîne, ez bi qurbana xwîna şehîdanbim ku ev ax rizgarkirin. Ev 60 sal in ku ez di vî bajarî de dijîm, ji ber vê jî ne hêsane ku dest jê berdim û li welatekî din bijîm, ji ber vê jî ez ji vê axê dernakevim.”   ‘Zarokên me, parastina jiyana me dikin’   Jina bi navê Cemîle Cafo hêrsa xwe ya li hember hewildanên dagirkeriyê wiha anî ziman: “Em ne gelekî tî û birçî ne, em tenê dixwazin ku di welatê xwe de bijîn. Dewleta tirk dibêje ku YPJ û YPG terorîst in, ev heşt sal in ku em û şervanên YPJ û YPG bi hev re dijîne. Şervanên me tu caran kes nekuştin, îdam û serjênekirene, her wiha zarokên vî gelî ne û zarokên vê axê ne. Ma dibe ku gelek hemû terorîst be, zarokên me bi şîrê helal mezin bûne û niheqiyê li tu kesî nakin. Em niha li sûkêne û jiyana xwe ya asayî didomînin, kiryarên dewleta tirk ne nûne ji ber ku ev çend sal in dijminatiya kurdan dikin. Ma qey axa tirkiyê têrê Erdogan nake ku çavên xwe berdaye bajarên me, weke gel me helwesta xwe ji bo Erdogan bi dewriyên Rûsya-Tirkiyê yên hevbeş re şand ku em dewleta tirk û çeteyên wî qebûl nakin. Cihê wan li ser axa me nîne. Bi salane zarokên me parastina jiyana me dikin, ji niha û pê de jî wê zarokên me, me biparêzin.”