ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-12 09:00:00   *Beriya lawê Besîle Narîn şehîd bikeve ji dayika xwe dixwaze ku ew li ser şahedeta wî hêstiran nebarîne û sekna xwe ya bi hêz biparêze. Narînê soza ku daye pêk aniye û berxwedana xwe di pirtûka “Ji Eliyê Min re Hatiye Nivîsîn” de parve kir. DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Şehbayê Melek Hisên êrîşên dewleta tirk nirxand û got: “Ya ku tê armanc kirin netewa demokratîk a ku pêşengtiya jinê dike, hêzên navnetewî bûn yek û êrîşê projeya netewa demokratîk kirin. Dixwezin wê projê tune bikin.” DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku di kar û xebatê komînê de cihê xwe digirin gotin: "Pêwistiya civakê yek jî komînê û îro pergala komînê li Rojavayê Kurdistanê rûniştiye û xwe bi rêve dibe. Çi pêwistiyên me hebin em bi rêya komînan çareser dikin." DÎMEN HEYE    *Jinên li Kobanê dijîn derbarê gef û êrîşên dewleta tirk yên li ser bajarê xwe şermezar kirin û gotin: "Kiryarên dewleta tirk ne nûne, ev çend sal in ku dijminatiya Kurdan dikin. Kobanê axa pîr û kalên me ye, em ji warê xwe dernakevin û rê nadin ku jiyana me were rawestandin." DÎMEN HEYE    *Xwendekarên Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek, derbarê komeleyê û ziman de hêstên xwe anîn ziman ku ji ber hebûn komeleyê gelek kêfxweşin û wiha gotin: “Divê hemû ciwanên me xwedî li zimanê xwe derbikevin. Li her derê bi zimanê xwe biaxivin.” BI DÎMEN   *Derûnas Sevgîn Turkmen, întixarên komî yên li Stenbol û Antalyayê hatin jiyîn, nirxand û da zanîn ku sedema întîxarên komî tenê bi sedemên aborî nayê vegotin û got ev nîşaneya têkçûna siyasî, ahlaqî û civakî ye.   *Kesê bi navê M.A.I yê di MARSU ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de dixebite, bi hinceta sayaça avê bixwîne,l i mala ku çûbûyê, li hember jinekê êrîşa zayendî pêk anî. Malbata ku bûyer bihîst çû qerekolê û gilî kir.   *Li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek zêde dibin. Ji Piştevaniya Mor Jale Eren wiha got: “Em her tim li dijî şer in. Em li cem jinên wir in.’ Ji Komeleya Elewiyan a Demokratîk ya Îzmîrê (DAD) Nîhal Akyildiz jî got ev şer şerê hêzên emperyalist e. BI DÎMEN   *Meclîsa jinan a HDP’ê , di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinan wê dakeve qadan. Endama Meclîs û Koordînasyona Jinan a HDP’ê Benazîr Coşkun diyar kir ku wê siyaseta jinê li her derê Tirkiyeyê bikin xala rojeva sereke û got wê di 25’ê mijdarê de bi dirûşma ‘Em li dijî şîdeta mêr serî hildidin’ li qadan bin.BI DÎMEN   *Gumanbarê bi navê A.K ku li Qoserê zarokek îstîsmar kir, tevî daxwaza ceza a Dadgehê beyî bê girtin tê darizandin.