Li başurê Kurdistanê 100 hezar Îmza ji bo Rojava hate komkirin 2019-11-11 17:02:34   SILÊMANÎ -Ji bo piştrastkirina bikaranîna çekên qedexe ku deweta tirk di êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê bi kar anîn kampanyaya Îmzeyan hatibû destpêkirin. Di encama kampanyaya ku hat destpêkirin de 100 hezar îmze hatin komkirin.   Li bajarê Silêmaniyê li Navenda Nûnertiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê desteyek ji bo cezayê jenosîda li ser Gelê Kurd bi hevkariya Nûnertiya Xweser di ragihandinekê de ji bo gihandina hemû belgeyên ku piştrast dikin dewleta Tirk di êrîşa li ser rojavayê Kurdistanê de çekên qedexekirî (fosfor) bi kar aniye kampanyay Îmzeyan hate despê kirin. Di encama kampanyaya ku hat destpêkirin de 100 hezar îmza hatin komkirin. Îmzeyên ku hatin komkirin wê radestî dadgeha Lahey ku li Hollandayê ye werin kirin.   Di dema ragihandinekê de desteya ku îmze top kirin peyamek radestî dadgeha nanvneteweyî, Neteweyên Yekbûyî,  Encûmena  Asayîş û rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî kir ku têkiliya wan li gel vê sezaya jenosîdê heye û  dewleta tirk li rojavayê Kurdistanê li dijî Gelên Kurd, Ereb, Ermenî û Aşurî Jenosîd pêk aniye.    Derbarê mijarê de daxuyaniyek jî hat dayîn û di daxuyaniya hat  dayîn de wiha hat gotin:  “Pêwîste dewleta tirk li dadgeha navneteweyî ya şer û jenosîdan were cezakirin.  Ji ber ku ji derveyî rêgezên dadgeriyê tevgereke pêwîst li hember kesên ku çekên qedexe li Serêkaniyê, Gire Spî, Tiltemir û Qamişlo bi kar anine nehat nîşandan divê kesên ku ev çek bi kara nîne bên cezakirin.  Di encama bikaranîna van çekên qedexe de gelek hemwelatiyên sivîl bune qurbanî ku di nav de  zarok jî hene."   Çekên qedexe hatine bikaranîn   Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dadgeha navneteweyî û wiha hate gotin: “Divê dedgeha navneteweyî û rexistina bi karanîna çekên qedexe kirî xebetek wan hebe ku van buyeran lêkolîn bikin, li ser van belgeyan ku piştrast dikin leşkerên dewleta tirk çekên qedexe kirî li dijî hemwelatiyên sivîl bi kar aniye û divê deweta tirk were cezakirin.”   Divê Tirkiye li dadgehê navneteweyî bê darizandin   Daxuyani wiha bi dawî bû: “Em ê serdana hemu kampên ku li başurê Kurdistanê ne bikin ku têde koçberên ji rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin û bûne qurbaniyên çekên qedexe. Di heman demê de ew imzayên ku me li dijî bi karanîna çekên qedexe kirî ku dewleta tirk qanûnên navneteweyî yên şer binpê dike me kom kirine em ê pêşkêşî dadgeha navneteweyî ya Lahey bikin û dadgehên din ên Navneteweyî bikin ku bi erka xweya darizandinê pêk bînin. Li gorî qanûnên navneteweyî di aliyê malî û manevî de li gel gelê rojavayê Kurdistanê bin.”