Komîteya kampanyaya Jin Rojava Diparêzin daxuyaniyek da 2019-11-11 16:07:58   NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya kampanya Jin Rojava Diparêzin girêdayî kampanyayê daxuyaniyek da û ji bo avakirina kampanyayê bangawazî kirin.     Komîteya kampanyaya Jin Rojava Diparêzin (Women Defend Rojava) girêdayî kampanya daxuyaniyek dan û bang kirin û gotin: "Em bang dikin ku li hemû herêmên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn û cihanê komîte û platformên Women Defend Rojava werin avakirin."    Daxuyanî wiha ye:   Em silavên xwe yên germ ji Rojava ji jinên Kurdistanê û cihanê re dişînin yên ku beşdarî berxwedan û çalakiyên ji bo rawestandina şerê dagirkeriya Tirkiyê li hember Rojava / Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.   Bi mîlyonan jin û mirovên li hemû parçeyên Kurdistanê û li seranserê cîhanê piştgiriya xwe ya bi tekoşîna me re destnîşan kirin û dagirkeriya, tirk, qirkirina etnîkî û êrîşên sîstematîk ên li dijî jinan şermezar dikin. Lê hîn jî hemû van sucên li dijî mirovahiyê berdewam dikin û hêzên dagirker yek bi yek deverên cûda yên Rojava armanc digirin. Bi taybetî civakên qedîm ên vê axê wekî gelên Ermenî, Kurd û Ereb bi erîşên qirkirina etnîkî re rû bi rû ne. Hemû van kiryaran bi zanebûn û piştgiriya sazî û dezgehên navneteweyî diqewimin. Ji bo rawestandina vî şerê qirêj û bazirganiyên qirêj li ser gel, ax û çavkaniyên Rojava pêwîst e ku em berxwedaneke xurt û domdar ya navnetewî rêxistin bikin ku em bikaribin vê pergala neheq û bê exlaq ji holê rabike.   Di rojên dawî de ji bo bihêzkirin û girêdana bi berxwedanên jinên cihanê re li gelek welat û bajarên cuda jin însîyatîf girtin ku Komîteyên Women Defend Rojava damezrandin. Jin li welatên Katalonya, Spanya, Îtalya, Elmanya, Swîsre, Yewnanistan û Amerîkaya Bakur heta niha bi giştî 20 komîte saz kirin. Ev gavek pir girîng û hêja ye.    Armanca kampanyaya Women Defend Rojava:   Kampanyaya Women Defend Rojava di meha Tebaxa 2019'an de ji hêla Kongreya Star ve hate destpêkirin. Armanca kampanyayê ew e ku em bikaribin li dijî şerê dagirkeriya Tirkiyeyê û êrişên wê yên li dijî şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê dengê jinan bilind bikin û hevgiriya berxwedanên jinan pêş bixin. Armanca me ev e ku em di raya giştî de bidin fehmkirin ku şerê li dijî Rojava û pergala Rêveberiya Xweser a ku li ser bingeha azadî û ekolojiya jinê esas digire, şerekî li dijî hemû jin û gelan e ku jiyanek azad û bi rûmet lêdigerin.   'Serdema ku em dijîn pergala baviksalariyê ye'   Em di serdema dijîn de pergala baviksalarî, hêzên cihanî û nokerên wan ên herêmî gefên jiyan û pêşeroja milyonan mirovên li tevahî cihanê didin xwarin. Qirkirinên li ser jin û gelan, dîktatorên faşîst, talankirina axê, xwînxwariya kapîtalîst, wêrankirina ekolojî, dagirkerî û jicihkirina mirovan rêbazên vê pergalê ne. Îtîraz û berxwedanên jinan li dijî van xeteriyan li her deverên cihanê jî mezintir dibin. Hemû têkoşînên cur be cur li dijî faşîzm, mêtîngerî û desthilatdariya mêr parçeyên têkoşînek hevbeş in. Li ser vê esasê em ê zordestî û derewên dijminan vala derbixin û pêşeroja xwe li Rojava û li hemû deverên cihanê biparêzin.   'Nirxên  gerdûnî ya  têkoşîna jinê em li Rojava diparêzin'   Parastina Rojava tê wateya parastina azadî, vîna azad û rûmeta jinê; parastina hebûn, çand, ziman û nasnameya xwe li dijî mêtingeriyê; parastina jiyanek azad, aşitiyan e û kolektîf; rêxistinkirina xweparastina jinê; mîsogerkirina mafên perwerdeyê, tenduristî û edaletê ji bo her kesî; pêşxistina hişmendiya jinê li ser bingeha Jineolojî; parastina şêwazên jiyan û aboriya komunal û ekolojîk; parastina xwezayê û hemû çavkaniyên wê.   Vana nirxên gerdûnî yên têkoşîna azadiya jinê ne ku em li Rojava diparêzin. Ji bo ku em wan li her derê cihanê bigihîjin û biparêzin, têkoşînek demdirêj a rêxistinkirî hewce ye. Lê di heman demê de di hin kêliyên dîrokê de pêwîst e ku em bikaribin hemû hêz û enerjiya xwe kom bikin, di qad û astên cuda de çalakî û siyaseta xwe pêş bixin. Tenê bi vî rengî em ê bikaribin li hember êrîşên qirkirinê hebûna xwe û nirxên xwe biparêzin.   'Dagirkerî êrîşî jin û birdoziya rizgariya jinê dikin'   Ev şer krîza kûr a pergala baviksalar û kapîtalîst destnîşan dike. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi taybetî jin û bîrdoziya rizgariya jinê hedef digirin. Bi rêya Şerê Emperiyal a Cîhanê yê 3'yemîn ve pergala desthilatdar armanc dike ku xwe bi avakirina "nîzama nû ya cîhanê" hebûna xwe bidomîne. Lewma ew êrişên xwe li dijî destkeftiyên têkoşînên demokrasiyê yên jin û gelan li çar aliyên cîhanê her diçe dijwartir dike. Lê di demeke de ku em bi gefên kirinê re rû bi rû ne di heman demê de derfetên ji bo derbaskirina çaxa tunekirin û zordariyê jî hene. Pergala desthilatdar, sazî û dezgehên wê yên navneteweyî rewabûna xwe winda kirine. Hîn zêdetir mirov ketine ferqê ku vê qeyranê sîstemê encax bi guhertinên bingehîn ên demokratîk dikare were çareserkirin. Bi xurtkirin û hevbeşiya tekoşînên me yên azadiyê em bikaribin sûd ji avakirina alternatîfên demokratîk ên komunal û konfederal re bigirin. Em dikarin qeyrana pergala desthilatdar bi avakirin û parastina sîstemên nû yên civakî yên demokrasîya gelan li ser bingeha azadîxwaziya jinê, ekolojî û edaletê ji holê rabikin.    'Herkes dikare ji bo parastina Rojava tiştekî bike'   Em bang dikin ku li hemû herêmên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn û cihanê komîte û platformên Women Defend Rojava werin avakirin. Armanca me ev e ku em bigihîjin her jinê di civakê de û jinên ji hemû pêkhateyên civakê. Bi vî rengî em dikarin zanebûn û ezmûnên têkoşîn û tevgerên jinê bînin cem hev û pêngavên nû dest pê bikin. Her jin, herkes dikare ji bo parastina Rojava tiştekî bike.    Roja 25'ê Mijdarê, Roja Navneteweyî li dijî Tûndî li hemberî Jinan, wê bibe gaveke din a berxwedana hevpar a jinên cihanê. Li gel sê xwişkên Mirabal em di kesayetên pêşeng ên şoreşa jinê Hevrîn Xalef, şervana YPJ Amara Rênas û dayika Eqîde Usman de hemû şehidên Berxwedana Rûmetê bi bîr tînin. Bi vegotin û destnîşankirina jiyan û kesayetên wan yên nemir em ê ked û têkoşînên wan bidomînin.    Parastina Rojava tê wateya parastin û belavkirina şoreşa jinê - li çar aliyên cîhanê! Bi hevgirtin, berxwedan û parastinê em ê bi ser bikevin!   Jinên ku dixwazin beşdarî kampanyayê bibin û li herêm û bajarên xwe komiteyên nû ava bikin dikarin bi rêya e-mail bi me re têkilîyê dînin: womendefendrojava@protonmail.com   Komîteya Kampanyaya Women Defend Rojava"