Xebatên şitilan ên Şaredariya Dêrikê didome 2019-11-11 15:14:23   MÊRDÎN - Şaredariya Dêrikê ji bo şitilên xwe bi xwe biçinin dest bi xebatan kiribûn. Xebatên Şaredariya Dêrikê yên ji bo şitilan didome.    Şaredariya Dêrikê ji bo darên xwe bi xwe biçinin dest bi xebata çandina şitilan kiribû. Hevseroka Şaredariya Dêrikê Mulkiye Esmez, Endamên Meclîsê, xebatkarên şaredariyê 5 hezar tovên şitilan bi gubreya organik amade kir. Ew ê hemû xebatkarên şaredariyê di nava hefteyekê de 5 hezar şitil amade bikin.    Piştî xebata şitilan ew ê tirî, gwîz, darên zeytûnan li cihê ku ji vekiriye bên çandin.    Mulkiye ya ku di nava xebatên şitilan de cihê xwe digire wiha got:"Berê me qada xwe diyar kir. Me têl kişandin. Ji bo pêdiviya avê me tesîsata xwe ava kir. Ji bo şênkayî zêde bibe ev xebat girîng e. Ger em li ked, çand û xwezaya xwe xwedî dernekevin dê zarokên me jî nikaribin lê xwedî derkevin. Em hêvî dikin ku nifşekî ji xwezayê hez dike û xwezayê diparêze têbigihêjin.