Li Şemrexê jin li dijî şîdetê li hev civiyan 2019-11-11 15:12:58   MÊRDÎN - Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê ya Navneteweyî de, jin li Şemrexê li hev civiyan. Jinan, bal kişand ser têkoşîna xwe ya li hemberî şîdeta li dijî jinan.    Amedekariyên çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê ya Navneteweyî dest pê kirin. Jinên Mêrdînê, dê di meha Mijdarê de bi bernameyên cur bi cur şîdeta li hemberî jinê protesto bikin. Di çarçoveya xebatan de hevşaredar, hevseroka HDP'a bajêr a Mêrdînê Eylem Amak, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin tevlî bernameya ku li Şemrexê hatî lidarxistin bûn.    'Xebatên şaredariyên didomin'   Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin di bernameyê de axivî û diyar kir ku ji bo jiyaneke bi tenduristî xebatan dimeşînin. Xebatkara Beşa Jinan a Şaredariya Şemrexê Safiye Kapçak jî di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên şaredariyê ya ku ji bo jinan tê kirin û wiha got: "Ji bo jinan projeyên me yên civakî û aborî hene. Em hewl didin ku projeyên xwe demildest pratîze bikin."   'Êrîşê pergala hevşaredariyê tê kirin'   Hevseroka Bajêr ya Mêrdînê Eylem Amak, di axaftina xwe de qala 25'ê Mijdarê kir û bal kişand ser tevlîbûna jinan a bernameyê. Eylem, destnîşan kir ku jin li dijî êrîşên dewletê her tim di nav têkoşînê de bûn û wiha axivî: "Bi sala ne têkoşîn didome û dê bidome jî. Jin tu carî li hemberî êrîşan dev jî berxwedana xwe bernedan. Li hemberî 3 şaredariyên me qayûm hat tayînkirin û êrîşê pergala hevşaredariyê kirin. Lê em tu carî dev jî pergala hevşaredariyê bernadin."   Bernameya jinan bi pirs û bersivan bi dawî bû.