Bernameya jinên Şirnexê ya ji bo 25'ê Mijdarê diyar bû 2019-11-11 14:52:22   ŞIRNEX -  Meclîsa Jinê ya HDP' a Şirnexê  bernameya xwe ya 25’ê mijdarê ya li dijî tundiya li ser jinê di çarçoweya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê de ragihand. Bernameya ku wê ji 15'ê Mijdarê dest pê bike, heta 25’ê mijdarê wê her roj bi çalakiyên cûr be cûr bê berdewamkirin.     Meclîsa Jinê ya HDP' a Şirnexê  bernameya xwe ya 25’ê mijdarê ya li dijî tundiya li ser jinê di çarçoweya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê de ragihand. Bernameya ku wê heta 25'ê Mijdarê bi çalakiyên cûr bi cûr berdewam bike, ji aliyê jinên ku li qadane wê bi meşek girseyî li Cizîrê bi dawî bibe.       Bernameya ku wê 15'ê Mijdarê dest pê bike wiha ye:   "* 15'ê Mijdarê wê li navenda Şirnex û navçeyên wê ji jinên girtî re kart bên şandin,   * 16'ê Mijdarê de li Şirnexê hevdîtina jinan heye,   * 17'ê Mijdarê de li Silopiyê nîşandana sînevîzyon,   * 18'ê Mijdarê de li Hezexê serdana kargehên tekstîlan ku jin li wan dixebitin wê bê bikin,   * 19'ê Mijdarê de li Cizîrê nîşandana sînevîzyonê,   * 20'ê Mijdarê de li Hezexê nîşandana sînevîzyonê,   * 21'ê Mijdarê li navenda Şirnexê perwerdehiya li ser civaka zayendparêz,   * 22'ê Mijdarê li Hezexê perwerdehiya li ser civaka zayendparêz, li Silopiyê fenerên daxwazê wê bên bifirînin,   * 24'ê Mijdarê li Şirnex û navçeyan ji bo meşa ku li Cizîrê bê lidarxistin wê esnaf bên ziyaretkirin,   * 25'ê Mijdarê li Cizîrê daxûyaniya çapemeniyê û meşa dawî wê were kirin."