Dorpêça ser Mexmûrê 118 roj in didome 2019-11-11 12:04:17   MEXMÛR - Dorpêça ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ve li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye danîn, di roja 118’an de ye. Waliyê Hewlêrê îdîa kiribû ku dorpêç nîne û alîkariya wargehê dikin, lê rayedarên Mexmûrê dibêjin ku tu alîkariyek nehatiye dayîn.    Wargeha Penaberan a Şehîd Rusmet Cudî (Mexmûr), ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve ku li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin, di bin dorpêçê de ye.   Dorpêça ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ve hatiye danîn, îro ket roja 118’an. Waliyê Hewlêrê Firset Sofî di 18’ê cotmehê de li ser pirsek rojnamevanan a derbarê mijarê de, îdîa kiribû ku dorpêç nîne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî alîkariya wargehê dike.   Waliyê Hewlêrê wiha dibêje, lê zanyarî û daneyên ku rayedarên wargeha Mexmûrê dane, gotinên wî vala derdixînin.