Rêxistina Kongreya Star a Efrînê civînek li dar xist 2019-11-11 11:57:44   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê civînek ji bo şirovekirina rewşa siyasî li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê hat lidarxistin.   Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo şirovekirina rewşa siyasî û danasîna rastiya êrîşkaran civînek li navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xist. Bi tevlîbûna 200 jin ji endam û Rêveberiya hemû sazî û dezgehên girêdayî Kongreya Star li Kontona Efrînê tevlî civînê bûn. Têkildarî vê mijarê jinên ku beşdarî civînê bûne nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.   'Di êrîşan de jin û zarok tên hedefgirtin'   Endama meclîsa Kantona Efrînê Norşan Hisên ya ku tevlî civîna Kongreya Star bûye axivî û got: "Em wek gel di qonexek gelek girîng de derbas dibin. Ji bo wê pêwistî bi kombûna me heye. Em wek gelê kurd berxwedan, yekîtî û hêza xwe xurt bikin tu dijmin nikare êrîşî me bike. Îro jî berxwedan bi pêşengtiya jinê tê kirin û jin tê hedefgirtin. Dewleta tirk îro ser û ber êrîşî axa me dike û li hember van êrîşan hemû dewlet bêdeng in. Dijmin jî bila baş bizanibe, me xwe bi fikir û felsefaya Rêber Apo pêş xistiye. Ji bo wê tu êrîş îrade û baweriya me zû bi zû naşkîne. Hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re dijîn, lê wekheviya pêkhateyan li gor berjewendiyên dijmin nayê ji bo wê êrîşî me hemûyan dike. Me hebûna xwe îspat kiriye û em ê axa xwe jî biparêzin."   'Em ê tola Hevrînê hilînin'   Rêveberiya Destya Jinê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Şilfo axivî û wiha domand: "Desthilatdarî ji mejiyê jinê ya afrîner ditirse û dixwaze jinan tune bike, lê bila desthilatdarî baş bizanibe jin êdî şiyar bûye û koletiyê qebûl nake. Jin kesayetek têkoşer e ji bo wê her demê de pêşengên jin derketine pêş û em jî ser rêya şopa wan dimeşin. Îro jî Hevrîn Xelef pêşenga me ye. Dewleta tirk Hevrînê bi awayekî tund qetil kir. Em ê jî tola Hevrînê hilînin. Dewleta tirk jî dizane em her tola xwîna xwe hiltînin ji bo wê bila dijmin rehet nerazin. Em ê tola Hevrînê û hevalên wê hilînin."   'Pêkhateyên li vir dijîn axa xwe diparêzin'   Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Fatma Lekto wiha got: "Planên dewletan ên pir qirêj li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Ji bo guhertina demografiyê dijmin her êrîşî pêk tîne. Bi taybet ji ber pêkhateyên vir li ser sistema netewa demokratîk dimeşin dijmin vê yekê dixwaze têk bibe. Weke cîhan hemû dibînê pêkhateyên li vir hemû li berxwe didin û dê axa xwe diparêzin. Em hemû li ser piyan in û em bihustek axa xwe jî nedin dijminê xwînxwar."