Jinên Şehbayê: Divê tirkiye dev ji gefên xwe berde 2019-11-11 11:47:15   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku tevlî meşa li hember êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser navçeya Tel Rifatê bûn nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê tu carî dev ji xaka xwe bernedin. Divê tirkiye dev ji gefên xwe berde.”   Li hember êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Tel Rifatê gel nerazîbûna xwe nîşan dide. Welatiyên Efrînê yên koçber bûne û li kantona Şehbayê dijîn bi meşek girseyî nerazîbûnên xwe nîşan dan. Jinên tevlî meşe bûn bertekên xwe yên li hemberî gef û êrîşan anîn ziman.   ‘Em welatiyên Efrînê ji ber êrîşên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûn’   Elîfe Mihemed Dewûd têkildarî êrîşên dewleta tirk wiha got: “Em welatiyên Efrînê ji ber êrîşên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûn. Tel Rifat û tevahî Şehba yê gelê Sûriyê ye. Tu mafê Erdogan ê mudehelekirina xaka Sûriyeyê nîne. Dema tirkiye dixwaze serweriya xwe li ser erdê Sûriyeyê bide meşandin yekser nişetcihên Sûriyeyê ji axa wan dûr dixe, li kêleka wê beşek ji gelê sivîl dide qetilkirin û beşê mayî bi destê çeteyên xwe bi awayekî hovane tune dike. Me ev yekem li Efrînê dît û niha li Serêkaniyê û Girê Spî dubare em dibînin.”   ‘Dirûşma gelê Efrînê teqez serkeftin e’   Jina bi navê Melek Mihemed wiha gefên dewleta tirk anî ziman: “Ji ber dagirkeriya tirk em îro li Şehbayê dijîn, tu sedemên bingehîn ji bo dagirkirina Efrîn û niha gefên wan li ser Tel Rifatê nîne. Divê Tirkiye ji Efrînê vekişe, gel wê binketinê qebûl neke ji ber dirûşma jiyana gelê Efrînê yan serkeftin yan mirin e. Heya nefesa dawî em ê têbikoşin.”   ‘Zarokên min serî netewandin’   Mewlîde Reşîd a ku dayika sê şehîdên berxwedana Serdemê û Rûmetê ye, wiha got: “ Weke dayika şehîdan heta ku tola zarokên xwe hilînim tu carî nasekinim. Hebûna Tirkiyeyê di axa Sûriyeyê de tunekirina hemû gelên Sûriyê ye. Çar zarokên min mane, ez û zarokên xwe yên mane, li ser şopa her sê zarokên xwe yên dinê diçin. Ji bo azadiya axa xwe bê xwestin ez ê bi xwe jî derkevim eniya şer û bi wan re şer bikim. Zarokên min serî netewandin. Ez ê jî zarokên xwe bişopînim.”