Şandeya jinê ya Başûr serdana goristana berxwedêran kir 2019-11-11 10:15:30   QAMIŞLO - Şandeya ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, serdana Goristana Şehîd Xebat Dêrîkî, kirin.   Ji başûrê Kurdistanê şandeyek ku 21 kesî tê de cih digirt û rêxistina mafên mirovan, saziya jin û rêxistinên siyasî pêk dihat ji bo serdanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û serdana Goristana Dêrîk ya girêdayî Kantona Qamişloyê kirin.    Jinan li ser gora Şehîd Hevrîn Xelaf kom bûn û sersaxî ji malbatê re xwestin. Her wiha dayika şehîd Hevrîn spasiya şandeyê kir ku serdana goristanê kirin û got: "Li hember dijminê hov berxwedanek pir mezin pêwîst e. Şehîd Hevrîn ji bo wekheviya gelan kar dikir, lê dewleta hov û bi dewletên xayin re kemîn ji keça min re danîn û ew bi hovitî qetil kirin. Dîsa jî dibêjim bila serê Gelê Kurd  sax be. Em ê her û her li ser şopa şehîdên xwe bin."   Dê şande heta 2 rojan sazî û dezgehên Rojava ziyaret bikin.