Fatimaya ducanî: Tiştek bi zaroka min bê dewleta tirk berpirsiyare 2019-11-11 09:04:05   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Êş û zehmetiyên jinên koçber ên Serêkaniyê her ku diçe zêdetir dibin.  Fatima Salih a ku yek ji jinên koçber e dibêje: "Ez ducanî me, eger zaroka min tiştek pê werê dewleta tirk û civaka navneteweyî  berpirsiyar in."   Dewleta tirk di 9'ê Cotmehê de  êrîşî Rojava kir. Zêdetirî 300 hezar kes ji Serêkaniyê koçî hermên ewle hatin kirin. Li Navçeya Til Temir jî hejmarek ji koçberên  Serêkaniyê û gundên wê li Til Temirê  bi cih bûne. Di nav koçberan de jinên ducanî hene û ji ber rewşa heyî di metirsiyê de ne.   Fatima Salih ya 35 salî ye û dayika 4 zarokan e, nêzî 20 rojan e ji gundê Salihiyê yê girêdayî Navçeya Til Temirê ji ber topbarana dewleta tirk û çeteyên wê koçî navend navçeya Til Temir bûye û li dibistaneke ku dirêjahiya wê çarmetre ye, bi cih bûye. Fatimayê derbarê 20 rojên ku li dibistanê derbas kiriye û êş û zehmetiyên her roj pê re rû bi rû dimîne axivî.   '20 roj in em li dibistanê têkoşîna jiyanê dikin'   Fatimayê sedema ku ji mala xwe derketin û koç kirin wiha tîne ziman:"Rojên me pir xweş derbas dibûn, her kes li mala xwe bû û jiyana xwe bi aramî û kêfxweşî derbas dikir, lê piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîş kirin, em tar û mar kirin. Jiyana me kirin jehir xwedê jiyana wan jî bike jehr. Piştî koçbûna me em hatin û li dibistanên Til Temirê bi cih bûn. Zêdetirî 20 roj in em li vir di nava zor û zehmetiyan de têdikoşin."   'Bi rojan em tî, birçî, li ber sermê û erdê razan'   Fatimayê zehmetiyên ku li dibistanê pê re rû bi rû dimîne wiha bilêv dike: "Jiyana me pir nexweş e li vir, gelek caran em tî û birçî razan.  Em û zarokên xwe di vê zivistanê de li erdê radizên. Tiştek nîne ku em bikin ser xwe û xwe pê germ bikin. Em ji malên xwe bi kincên ser xwe derketin û me tiştekî bi xwe re neanî."   'Nizanim di kîjan kêliyê de bizêm'   Fatimayê dibêje ku ew di meha xwe de ye û ne xuyaye ku di kîjan kêliyê de bizê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ez ducanî me û di meha xwe de me û ne diyare di kîjan kêliyê de sancî werin min û ez bizêm, di vê rewşê û zivistanê de ez ê çawa bikim nizanim. Kincek tune ye ku pê zaroka xwe ya were dinê ya bêbext bipêçim û wê gerim bikim, xwarinek tune ye ku ez bixwim ku ji bo şîr di sînga min de çêbibe ku pê zaroka xwe xwedî bikim."   'Ez ê Hacir bi rihê tolhildanê mezin bikim'   Fatimayê bal kişand ser navê ku wê li keça xwe bike û wiha pêde çû: "Roja ku keça min ji min çêbibe, ez ê navê wê bikim Hacir di zimanê kurdî de tê wateya Koçber. Da ku dema mezin bibe ez serpêhatiya hovetiya ku dewleta tirk û çeteyên wê li me û tevahî gelê herêmê kirin û ew jî bi rihê tolhildanê mezin bibe û ji bo neheqiya ku li gelê me tê kirin têbikoşe."   'Keça min tiştek pê were dewleta tirk berpirsiyar e'    Fatimayê got sedema van hemûyan dewleta tirk û civaka nevneteweyî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwedê neke piştî û berî keça min were dinê tiştek pê were dewleta tirk û Civaka Navneteweyî berpirsiyare.  Jiyana hemû dayikên ducanî di xeteriyê de ne."   Hêjayî bi bîr xistinê ye ku duh li dibistanên bajarê Hesekê jina ducanî a bi navê Cemîla Şukrî zarokek şeş mehî jêre çêbû û ji ber sermê jiyana xwe ji dest da û niha jiyana bi sedan jinên ducanî di xeteriyê de ye.