Koçberiya Edûlê ya ji Kobanê heta Heleb, Serêkaniyê û Til Temirê 2019-11-10 09:03:05   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Edûlê Dewrêş a ji Kobanê ji Helebê heta Serêkaniyê û Til Temirê her bi koçberiyê re rû bi rû maye, lê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke azad û bi rûmet bernedaye. Edûlê dibêje:"Erdogan êrîşî kurdewariya me dike û em ê jî dest ji kurdewariyê xwe bernedin."   Her jineke koçber xwedî serpêhatiyeke cuda ye, lê têkoşîna ji bo heman armancê hevpar e. Edûlê Dewrêş a 55 salî û ji Kobanê ye ji Serêkaniyê ji ber mecbûrî koçberiyê bû û niha li dibistanekê ya navçeya Til Temirê dimîne.   'Kurd ji tunebûnê hebûnê diafirînin'   Edûlê diyar kir ku Kurd ji tunebûnê hebûnê diafirînin û wiha dom kir:"Min li Kobanê çavên xwe li cîhanê vekiriye. Ji bo debarê me berê xwe da Helebê, ji wê jî em hatin û li vir me avahiyên xwe ava kirin û çandinî pêş xist. Di mijara huner û dengbêjiyê de jî min xwe perwerde kir û ez di vê qadê de bûm pispor. Li hember hemû zor û zehmetiyan ez di nava têkoşînê de bûm. Kurd ji tunebûnê hebûnê diafirînin, ji koletiyê azadî geş kir, ji nezaniyê zanistî pêş xistin. Kobanê dergûşa azadiyê ye."   'Ji Kobanê heta Helebê'   Edûlê tevî malbata xwe bi armanca xebatê diçin Helebê û li wir şerê çekdarên opezisyonê dest pê dike. Edûlê wiha qala wan salan dike:"Di sala 1997'an de bi armanca ku em bixebitin, ez û malbata xwe tev de çûn Helebê. Li Helebê min di kargehekê de kar kir û hevser û zarokên min jî di necariyê de dixebitîn. Bi ked û xwêdana eniya xwe me avahiyek ji xwe re ava kir û li wir êdî me jiyana xwe domand. Di 2013'an de şer li Helebê di navbera YPJ/YPG û hêzên terorîstên mîna Cebhet El-Nusra û çekdarên opezesyonê yê girêdayî dewleta tirk de dest pê kir û gelek mirovên me şehîd bûn."   'Xwestin li Helebê jî bêhna kurdan biçikînin lê bi ser neketin'   Edûlê dibêje ku avahiyên xwe bi xwêdana xwe ava kir lê ji ber bombebaranê rûxiya û ew koç bûn û wiha dewam kir:"Heleb ji min re mîna Kobana duyem bû, ji ber germahiya şer û pevçûnan û bombebaran û topbaranê em koç bûn û hatin Serêkaniyê. Me dîsa li Serêkaniyê jiyana xwe ji nûve ava kir. Em hatin Serêkaniyê jî û çete dûr neketin. Ev çete jî qirkirina kurdan armanc dike. Şervanên YPG û gelê Serêkaniyê jî li hember van çeteyan berxwedaneke mezin û bêhempa da meşandin û dîsa ew rizgar kirin û xaka ku hatibû çewisandin hate paqijkirin.”   'Dixwazin kurdan qir bikin'   Edûlê diyar kir ku vê carê dewleta tirk eşkere êrîş dike û wiha got:"Ji Kobanê heta Helebê, ji Helebê heta Serêkaniyê û îro jî em koçî Til Temirê bûn. Em êdî ji koçberiyê westiyan. Em ê heta kengî di welatê xwe de kobçer bin? Dewleta tirk û hevkarên wê dixwazin kurdan tune bikin, lê bila vê yekê bizanibin, kurd tune nabin û her wê bijîn. Her malbatek ew ê têkoşîna ji bo azadiya xwe bidomîne."   'Rûs û Tirk heman polîtîkayê dimeşînin'   Edûlê bi lêv kir ku ew naxwazin dewleta tirk li ser axa wan bimîne û wiha domand:"Dewleta tirk bila ji welatê me derkeve. Erdogan bi dilekî sar zarokên me dikuje û cîhana bêbext û rûreş xwe ker û kor dike. Bila derkeve û em ê dîsa welatê xwe ava bikin û ji berê jî çêtir. Heta ku dewleta tirk li Serêkaniyê be, em ê li dijî vê yekê têbikoşin. Baweriya me ne bi dewleta tirk û ne jî bi dewriyên Rûsan tê. Ew aramiyê ji me re naynin. Tenê hêza me heye ew jî QSD ye."   'Rojek ji emrê min bimîne ez ê vegerim Serêkaniyê'   Edûlê anî ziman ku wê bêriya warê xwe kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Min gelekî bêriya warê xwe kiriye. Erdogan em perîşan kir. Xwedê êş û gunehê van zarokan ji bîr nake û înşalah wê di çavên wî de derkeve. Aqûbeta welatê me li serê Erdogan be, da ku nasbikê çiqasî zor û bi êş e. Rojek ji emrê min jî mabe ez ê vegerim Serêkaniya xwe. Ez ê taştêyekê li ber tava wê bixwim û li kolanên wê bigerim da ku tama jiyanê hîs bikim."