Zarokên Efrînê: Em dixwazin bijîn, em naxwazin bimirin 2019-11-10 09:01:39   Sozda Oremar   ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku li Navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi cih bûne û xwendina bi zimanê dayikê berdewam dikin, di derbarê êrîş û hedefgirtina zarokan de gotin: "Em zarok dixwazin mafê me yê jiyanê û azadiyê hebe. Em dixwazin bijîn em naxwazin bimirin. Erdogan zarokan dikuje."   Di hemû cîhanê de yên ku bêtir dibin qurbanê şerê giran zarok in. Ji nav xewn û xeyalên xwe derdikevin û rastî jiyana herî bi êş tên û tên qetilkirin, parçekirin, şewitandin. Mînakên herî ber bi çav zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Zarokên Efrînê yên ku bi şer rû bi rû hatin hiştin hestên xwe anîn ziman.    'Em dixwazin her zarokek bixwîne û nên qetilkirin'   Zarokên bi navê Meriyem Bekir û Mewlîde Şekiro ser xwestekên xwe axivîn û gotin: "Em zarok naxwazin Erdogan welatê me dagir bike û tê de bi cih bibe. Ger bi zarokan mabe em Erdogan di nava xwe de qebûl nakin. Erdogan zarokan dikuje û mafê wan jê didize. Em gelek bi şans in ku di dibistanê de bi zimanê dayikê dixwînin û em dixwazin her zarokek bixwîne û nên qetilkirin. Xwedê ji Erdoganê faşit re ne razî be. Çimkî wî me kir koçber."   'Em dixwazin bijîn û nemirin'   Xelîl Muhemed û Renîm Elo jî helwestên xwe li hember qetilkirina zarokan anîn ziman: "Erdogan hevalên me yên zarok dikuje. Efrîn dagir kir niha jî dîsa axa me talan û dagir dike. Em naxwazin em werin kuştin em dixwazin bixwînin û bi ser bikevin. Erdogan çi ji zarokan dixwaze? Zarok tenê jiyanek azad û aram dixwazin.”   'Erdogan zarokan dikuje'   Muhemed Ehmed wiha got: "Erdogan dixwaze Kurdistanê bindest bike û Gelê Kurd qir bike. Ji bo berjewendiyên xwe êrîşî Gelê Kurd dikin. Em ê jî mafê xwe biparêzin. Niha dîsa êrîşî axa me dikin û zarokên wan dikuje û malên wan talan dike. Em êrîşên Erdogan ên li ser gel û zarokên kurd tu carî qebûl nakin."   'Em ê nehêlin tu kes destdirjiya ser rûmeta me bike'   Roliyene Muhemed Hiso jî êrîşî dewleta tirk şermezar kir û got: “Em êrîşên Erdogan şermezar û lanet dikin. Em nahêlin Erdogan axa me talan bike û destdirêjî li ser rûmeta me bike. Em ê Serok Apo azad bikin. Em nahêlin Erdogan gelê me qir bike. Em ê perwerde û fikra xwe pêş bixin û siyaseta dewleta tirk a dagirker bişkînin. Em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin ji ber ku Efrîn a kurda ye. Bingeha me zimanê dayikê ye. Em ê zimanê xwe biparêzin, em ê rê nedin Erdogan peyva kurd di nava me de rabike. Her pêşketin a me ye.”   ‘Ji ber sedema dagirkeriyê zarokên kurdan zarokatiya xwe najîn’   Ji Rêveberiya dibistana Til Rifet Sîlwande Hesen rewşa zarokan ên di dibistanê de anî ziman û got: "Li gor rewşa heyî û derfetên kêm kar bi awayekî serkeftî derbas dibe. Zarok bi berxwedana xwe piştgiriyên zarokên Rojhilatê Firatê dikin ji ber ku zarokên Efrînê jî ew êş dîtine. Em ji mirinê û xwînrijandinê re dibêjin bes e. Em dewleta tirk berpisiyarê vê komkujiyê dibînin. Ji ber sedema dagirkeriyê, zarokên kurdan zarokatiyên xwe najîn.”