Li Girê Spî 12 sivîlî jiyana xwe ji dest dan 54 jî birîndar in 2019-11-09 18:10:00   Dilûcan Bozî   KOBANÊ- Di her şerekî de bi deh hezaran mirov dibin qurbaniya aqilê serdestan. Ji roja 9’ê Cotmehê  heya 9’ê Mijdarê bi giştî li bajarê Girê Sipî, Silûk û gundewarên wê 12 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 54 kes jî birîndar bûne. Şer û pevçûn hîn didomin.   Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî kantona Girê Spî, gundewarên wê û bajarê Serêkaniyê kirin. Bi giştî bîlançoya şehîdên sivîl yên Girê Sipî, bajarê Silûk û  gundewarên wê yên ji 9'ê Cotmehê heta 9'ê Mijdarê  kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne ev in hejmara şehîdan 12 ye, 3 zarok, 1’ jin, 8’ jê mêr û hejmara birîndaran 54 in  11 zarok , 16 jin, 27 mêr in. Komên girêdayî dewleta tirk dest bi kuştin, binçavkirin û talankrina mal û milkê şêniyan kirin. Di encama vî şerî de bi hezaran kes ji ser axa xwe koçber bûn, zarok ji dibistanan bê par man. Ev şer û talan ne tenê bi awayekî bedenî bandor li gelê vê herêmê dike. Gelek mirov derûniya wan xirab bûn. Heta niha 6 jinên ducanî zarokên wan ji ber wan çûne û gelekan jî beriya wextê xwe zarok anîne cîhanê.    Di her şerekî de jin û zarok dibin qurban   Êrîş û pilanên dewleta tirk bi salane li ser gelê Bakur-Rojhilatê Suriyê tê meşandin. Carnan bi navê komên El Nusra, hin deman bi navê DAIŞ’ê û niha jî bi awayek fermî di bin navê herêmek bi ewle de, dewleta tirk û  OSO bi hev re êrîşî Bakurê Surîyeyê dikin û bi hezaran kes li ser axa xwe ji ber desthiladariya dewleta tirk koçber bûne. Di her şerekî de kesên herî zêde dibin mexdûr jin û zarok in. Di vî şerê ku ji 9’ê Cotmehê de dest pê kir heta niha bi deh hezaran zarok sêwî mane. Zarokên van herêman hemû ji dibistanên xwe bêpar mane û her roj bi tirsa mirinê re rû bi rû dijîn. Şerên van herêman her çendî giran û ji derveyî exlaqê mirovahiyê be jî, dewlet-netew hemû bi hev re bune yek û hewil didin ku axa Bakur û Rojhilatê Surî dagir bikin û hêzek NATO yê li ser vê axê bikin desthilatdar. Bi guherîna demogirafiyê re gelên van herêman koçber dibin, tên kuştin û bê perwerde dimînin.