Şêniyên Dêrikê 14 têkoşerên berxwedana rûmetê oxir kirin 2019-11-09 17:58:22   QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Dêrikê 14 têkoşerên azadiyê yên berxwedana rûmetê bi merasîmek girseyî oxir kirin.   Şêniyên bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Qamişloyê 14 têkoşerên azadiyê yên ku di encama êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmek girseyî li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.   Navên têkoşerên azadiyê yên di berxwedana rûmetê de ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Kurtay Amed, Bahoz Amed, Botan Cizîrî, Sefqan Dêrik, Harûn Çiya, Xebat Dêrik, Botan Ceger, Mîtan Qehreman, Egîd Dêrik, Serxwebûn Elî, Yasîn Aydin, Goze Altunoz, Ceren Guneş û Şahan Melek.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Rêveberiya Xweser Heyfa Erebo, li ser navê DKP’ê Yoral û li ser navê Enternasyonal Tolak sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwestin û gotin: "Îro berxwedana dîrokî li ser vê axê tê kirin. Îro têkoşîna me bûye tekoşîneke navneteweyî. Me ji roja roj de pişta xwe bi tu kesî ve girê nedaye û tu carî jî girê nadin, em gelê ku bi îradeya xwe ji bo rûmeta xwe şer dikin, ji ber îrade û berxwedana gel di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewleta tirk ji neçarî agirbest ilan kir, lê belê êrîşên xwe hetanî vê deqê li ser axa me berdewam dike. Em soz didin van şehîdan ku têkoşîna wan em ê her dem bidomînin."   Piştî axaftinan nasnemeyên têkoşerên azadiyê hatin xwendin û bi tilêlî û bi dirûşma "Şehîd namirin" spartin axê.