Xizmên Windayan: Bi şer û kuştina mirovan tu tiştek nayê çareserkirin 2019-11-09 15:17:50   AMED / ÊLIH - ÎHD’ê û xizmên windayan di çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” de xwestin Tirkiye bibe terefê Peymana Windayan a NY.    Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 561’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin” li ber avahiya xwe li dar xist. Hevserokên Rêxistina HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyat Ceylan, Serokê Rêxistina CHP’a Amedê Mehmet Sayin jî piştgirî dan çalakiyê. Beşdarvanan wêneyên windayan hildan.     Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Aslan Acer di çalakiyê de axivî û bal kişand ser lêgerîna edalet û heqîqetê ya bi salane didome û heta ji bo hezaran windahiyan edalet pêk neyê dê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Yuksel  diyar kir ku ji bo edaletê divê rastî derkevin holê û kujer werin darizandin û got: “Bi şer û kuştina mirovan tu tiştek nayê çareserkirin. Soza ku di 2009’an dabûn Dayika Berfo neanîn cih. Divê di sûcên li dijî mirovan pêk het dema neyê bihûrandin. Lazime Tirkiye bibe terefê Peymana Windayan a Neteweyên Yekbûyî. Ji bo bûyerên windayan pêk neyên tekane mîsogerî ev peyman e.”    Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin jî çîroka windakirina Ender Togcû yê ku di 29’ê mijdara 1994’an de li Amedê binçavkirin û windakirin vegot.    Piştî daxuyaniyê çalakvanan çalakiya rûniştinê pêk anî.    Êlih    Li Êlihê jî rêveberên Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 467’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Daxuyaniya vê hefteyê rêveberê Şaxa ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner xwend.    Mehmet çîroka windakirina Nîhat Aydogan ê di mijdara 1994’an de li gundê Mizîzexê ya girêdayî navçeya Midyada Mêrdînê xwend û qala windakirina Nîhat kir. Mehmet got ji roja Aydogan hatiye windakirin heta niha tu agahî nehatiye girtin.    Çalakvanan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.