Li Qamişloyê 8 têkoşerên berxwedana rûmetê hatin oxirkirin 2019-11-09 14:33:36   QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Qamişloyê bi merasimek girseyî 8 têkoşerên azadiyê li goristana Delî Saroxan oxir kirin.   Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê 8 têkoşerên azadiyê yê berxwedana rûmetê li goristina Delî Saroxan ya bajarê Qamişloyê oxir kirin. Bi sedan welatî sazî û dezgehên Rêveberiya Xwer tevlî merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.   Kevokên sipî yên nîşana aşitiyê dide, li ezmana hatin firandin.   Herî dawî nasnameya berxwedêran hat xwendin û bi dirûşma "Şehîd Namirin" hatin oxirkirin.