Li Silêmanî jinan xwestin ku malên tirkiyeyê bên boykotkirin 2019-11-09 09:17:18   NAVENDAN NÛÇEYAN - Li navçeya Sayidsadiq a Silêmaniyê jinan bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  şermezar kirin û banga yekîtî û boykotkirina malên Tirkiyeyê kirin.   Li navçeya Sayidsadiq a Silêmaniyê jinan li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de jinan pankarta li ser ,'Li dijî dagirkeriyê, ji yekîtiya gelê Kurd re erê' hatî nivîsandin hildan. Her wiha di çalakiyê de jinan banga boykotkirina malê Tirkiyeyê kirin.   Di çalakiyê de endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Xezan Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;"Bi boykotkirina mal û rêzefilmên Tirkiyeyê dawî li kuştina jinan bînin. Weke her kes agadar e, rejîma dewleta Tirk, çavê xwe berdaye hemû Kurdistanê. Li hemû parçeyên Kurdistanê dagirkeriya xwe berdewam dike. Divê kampanya boykotkirina malê Tirkiyeyê berdewam bike. Divê ev yek jî li bîra me be, bi kirîna her malekî Tirkiyeyê guleyek din ji bo kuştina zarokên Kurdan zêde dibe. Divê jin bi hemû awayî rêzefilmên Tirkiyeyê û hunera wê boykot bikin."   Her wiha di daxuyaniyê de bang li tevahiya jinan tê kirin ku li dijî hemû cureyên şîdet, kuştina jinan û şer biberpirsyartiya neteweyî, demokratîk û ehlaqî rabin. Her wiha bang li jinan tê kirin ku beşdarî çalakiyên neteweyî û demokratîk bibin.