Hêrsa Yadê Sûadê... 2019-11-09 09:14:59   QAMIŞLO - Di nava şêniyên Qamişloyê yên ku bertek nîşanî dewriyaya hevpar a Tirkiye û Rûsyayê dikir, dayika Hevrîn Xelef, Sûad Muhammed jî hebû. Sûadê bi sekna xwe ya bi biryar û hêrsa xwe destên xwe tije kevir kir û li hêviya dewriyaya hevpar a Tirkiye û Rûsyayê  ma da ku bi avêtina wan keviran hinekî be jî hêrsa dilê xwe derxe derve.    Dewriyaya hevpar a Rûsya û Tirkiyeyê ya li Dêrik û Girkêlega Qamişloya Rojava digere rastî bertekên tund yên gel tên. Gel bi avêtina kevir û solan bertekê nîşanî dewriyeya hevpar a Rûsya û Tirkiyeyê dide. Dema ku gel bertek nîşan dida wesayeta zirxî  sîvîlê bi navê Serxwebûn Ali eciqand.    Di şêniyên ku bertek nîşan didan dayika Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef, Suad Muhammed (Yadê Sûad) hebû. Hêrsa Yadê Sûad di dîmenan de da der. Yadê Sûadê her tîne ziman ku ew ê doza keça xwe heta dawiya emrê xwe bidomîne.