Rahijmenda jin a Qersê ya yekem: Nuran Ozyilmaz 2019-11-09 09:11:22   Zeynep Durgut   QERS - Nuran Ozyilmaz a ku di zarokatiya xwe de hatiye zewicandin û bi her cûreyên tundiya mêr re rû bi rû maye li Qersê yêkem jina rahijmend e. Nuranê got: "Ger ku mirov di têkoşîna azadiyê de hêdî nemeşe û mirov di heman gavê de alê veke ew têkoşîn dê ne serkeftî be. Min hêdî hêdî têkoşîn da û  ez gav bi gav gihiştim armanca xwe."    Di roja me ya îro de bi hezaran jin di temenê biçûk de hatine zewicandin û bi hezaran  bi tundiya mêr re rûbirû ne. Ji wan jinan yek ji Nuran Ozyilmaz e. Nuran ya ku bi darê zorê ji aliyê malbata xwe ve di temenê biçûk de hatiye zewicandin û  di sala 1976’an de bi  her cûreyên tundiyê re rûbirû ma di sala 1990’î de ji hevjînê xwe vediqete. Nuran li gel 4 zarokên xwe li ber xwe dide û li Qersê dibe rahijmenda yekem. Nuran destpêkê bi çêkirin û firotina lîfan debara xwe dike û pişt re di aboriyê de xebatên xwe gav bi gav mezin dike. Nuran li dijî civaka serdest tedikoşe û karê xwe mezin dike. Li navenda Qersê bi tena serê xwe restauranta bi navê ‘Mala qazan’ vedike. Bi vê xebat û têkoşîna xwe Nuran jinên derdorê bi bandor dike û di qada aboriyê de ji  jinan re ji pêşengiyê dike. Nuran di heman demî de li Qersê damezrînera  saziya qazên Qersê ye. Her wiha ji aliyê  Netewên Yekbûyî ve jî ji Nuranê re xelat hatiye dayîn.    'Min gelek zêde tundî dîtiye'   Nuranê anî ziman ku ew ji aliyê hevjînê xwe ve bi her cureyên tundiyê re rû bi rû ma û got ku herî zêde tundiya di warê aborî de li ser wê dihat kirin û wiha axivî;” Jin li hemû qadan bi tundiyê re rûbirû ne. Min gelek tundî dît lê min serî netewand. Ez di temenê biçûk de hatim zewicandim. Bi salan ez bi tundiya hevjînê xwe re rû bi rû mam. Hevjînê min dixebitî, lê di warê aborî de tu piştgirî û alîkariya wî negihişte me. Min ji sekna xwe tavîz neda û min biryar da ku ez li dijî tundiyê serî hildim.”   ‘Di qada aborî de min li Qersê şoreşa jinê pêk anî’   Nuranê di berdewamiya axaftina xwe de der birî ku ji ber zarokên wê keç bûn ew ji aliyê malbata hevjînê xwe ve bi tundiya derûnî re rû bi rû dima û wiha dom kir;” 4 zarokên min ên keç hene. Ji ber ku zarokên min keç bûn, ez ji aliyê malbata hevjînê xwe ve bi tundiya derûnî re rû bi rû dimam. Êdî li dijî tundiyê tehemula min nema û min biryar da ku ez ji hevjînê xwe xwe veqetim. Ez bi zarokên xwe re tenê mam. Herkesî digot, ’ tu nikarî bikî’. Lê min dev ji jiyanê bernade û heta dawiyê min li  ber xwe da. Ew hişmendiya ku digot ‘Jin nikare bixebite’ min têk bir. Ger ku mirov li ber xwe nede, mirov nikare azadiyê bi dest bixe. Destgirtina azadiyê hêdî hêdî pêk tê. Ger ku mirov di têkoşîna azadiyê de hêdî nemeşe û mirov di heman gavê de alê veke ew têkoşîn dê ne serkeftî be. Ez bi vî awayî nêz bûm. Destpêkê min 3-4 bazînên xwe firotin û min li malê dest bi çêkirina lufan, goreyan kir. Min destpêkê debara xwe bi vî awayî kir. Piştre min dît ku eleqeya jinan li dijî karê min zêde ye min karê xwe mezin kir û min xwest di qada aborî de xwe pêş ve bibim. Di qada aborî de min li Qersê şoreşa jinê pêk anî.”    ‘Min dev jê berneda’   Nuranê da zanîn ku piştî wê ji jinan piştgirî dît wê dezgehê karê xwe mezin kir û wiha pê de çû;” Zarokên min hem diçûn dibistanê û hem jî ji min re dibûn alîkar. Ji ber ku karê min baş derbas dibû min biryar da ku ez jinekê wekî alîkar li gel xwe bidim xebitandin. Jinên derdorê ji piştre fêr bûn ku jin dikare her tiştekî bike. Min heta sala di 2007’an karê destan berdewam kir.”   ‘Têkoşîna min ji hemû jinan re qada aboriyê vekir’   Nuranê anî ziman ku piştî karê destan wê li navendê dest bi karên cuda kirin û wiha got:” Min piştre biryar da ku ez karê xwe mezin bikim û min pastaxane vekir. Piştre ji min karê xwe mezin kir û min mala qaza vekir. Di vekirina vî karî de jî min xwarinên herêmê çêkirin. Têkoşîna min  ji hemû jinan re  qada aboriyê vekir. Di sala 2007’an de heta sala 2016’an min di vê kargehê de xîzmet da. Piştre min li navendê birca ku aîdî Rusan ya ku terikî qedera xwe hatiye kirin restore kir û ez niha li vir dixebitim.”   ‘Ger ku jin bixwaze jin dikare di her qadê bi ser keve’   Nuranê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê di dawiyê de komeleya qazan vekir û hemû jin kirin endamên saziyê û wiha  bi dawî kir;” Ji bo ku alikariya min pir zêde ji turîzmê re çêbû, min ji Netewên Yekbûyî xelat stand. Di sala 2011’an de jî di pêşbirka jinên rahijmen de ez li Tirkiyê yekem hatim hilbijartin. Jinên derdorê ev rewş wekî şerim dîtin. Lê piştî demekê li min mêze kirin û wan jî dest bi vekirina kargehan kir. Divê jin bi xwe bawer bin. Bila jin tu caran nebêjin ‘Em nikarîn bi tena serê xwe bixebitîn’ Ger ku jin bixwaze jin dikare bi ser keve.”