'Pêwist e sûcê qetilkirina jin û zarokan bê pirsîn' 2019-11-09 09:07:40   Ronîda Hacî    HESEKÊ- Koçberên Serêkaniyê diyar kirin ku dewleta tirk û komên girêdayî wê li herêmên ku bi cih bûne talanê dikin û wiha got:"Dewleta tirk û çeteyên axa me dagir kir û bû sedem ku em koç bikin. Em li ser axa xwe bûn koçber û em zehmetiyan dibînin.Bi hatina demsala zivistanê em rastî zehmetiyan tên. Lê pêwist e sûcê qetilkirina jin û zarokan bê pirsîn."   Êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Rojava dewam dikin. Di encamê de pêla koçberiyê her ku diçe zêde dibe. Sîvîl ji ber topbarana artêşa tirk û hevkarên wê li ser gundewarê Navçeya Til Temir û Zirganê neçar dimînin û koçber dibin. Jinên ku ji gundewarê Serêkaniyê û gundewarê navçeya Til Temir koçber bûn axivîn.    'Zaroka min ji ber topabarana artêşa tirk birîndar bû'   Jina bi navê Selma Muslim a ev 2 car in ji ber topbarana dewleta tirk koçber dibe wiha dibêje: "Zarokekî min ji ber topbarana artêşa tirk li ser gundewarê Serêkaniyê birîndar bû. Tirkiyeyê malên me wêran kir. Me koçber kir. Ger wicdanê mirovan hebe ew ê li dijî vê yekê bêdeng nemînin. Em dixwazin ev yek ji dewleta tirk nemîne û kesên ku vê hovîtiyê dike bê ceza nemîne.”   'Dixwazin keda bi salan binax bikin'   Salihe Mihemed jî diyar kir ku bi keda destên xwe mala xwe li Serêkaniyê ava kir û niha artêşa tirk û hevkarên wê mala wê wêran kirin û wiha pê de çû: "Me bi salan ji bo ku em malekê ji xwe re ava bikin, me ked da. Niha artêşa tirk a dagiker keda me binpê dike. Me gelek ked da. Dixwazin keda bi salan binax bikin.”   'Pêwist e sûcê qetilkirina jin û zarokan bê pirsîn'     Emîne Hisên jî diyar kir ku pêwist e hesab ji dewleta tirk were pirsîn û wiha domand: "Em ji Kobanê ne. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê ku tirkiyeyê destek didayê êrîşî Kobanê kirin. Ji ber êrîşan em neçar man koçberî Serêkaniyê bûn. Dewleta tirk di 9'ê cotmehê de bi rûyê xwe yê eşkere careke din bû sedema koçberkirina me ya ji Serêkaniyê. Em li gundê Erîşa yê girêdayî navçeya Til Temirê bi cih bûn, lê niha agirbestê binpê dike û êrîşî gundewarê Til Temirê dikin. Em neçar bûn me berê xwe da bajarê Hesekê. Em bang li rêxistinê navneteweyî yê mirovan dikin ku hesab ji tirkiyeyê bipirsin û şer rawestînin. Ji ber tirkiye terorê li herêmên me zindî dike. Pêwist e sûcê qetilkirina jin û zarokan bê pirsîn."