Jinên Serêkaniyê: Bila Rûsya û Tirkiye ji xaka me derkevin 2019-11-09 09:02:30   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Jinên koçberên Serêkaniyê daxwaza vegera warê xwe wiha anîn ziman: “Baweriya me ne bi Rûsya, ne jî bi Tirkiyeyê tê. Bila ji xaka me derkevin. Em ê welatê xwe ji nû ve ava bikin.”    Operesyona dewleta tirk a li dijî Rojava daye destpêkirin, heta niha jî dewam dike. Bi sedhezaran şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî û gundewarên wê koç kirin. Niha bûne koçberê welatê xwe û li dibistanan tevî zor û zehmetiyên bi wan re rû bi rû dimînin bicih dibin û bi hêviya vegera Serêkaniyê li berxwe didin.   Me serdana koçberên Serêkaniyê yên ku li dibistanên Navçeya Til Temirê bi cih bûne, kir. Jinên ku mecbûrî koçberiyê hatin hiştin, daxwaz û nêrînên xwe anîn ziman.   'Jiyana me buhişt bû lê niha kirin dojeh'   Fatima Xidir a ji gundê Til Ziyab ê girêdayî Serêkaniyê diyar kir ku dewleta tirk û komên girêdayî wê mal û milkên wan talan kirin û wiha dom kir:"Jiyana me ya berî êrîşan mîna buhiştê bû lê niha kirin dojeh. Xwedê ji Erdogan û çeteyên wî re nehêle. Mal û milkên me dizîn û talan kirin, paşê jî agir bi xaniyên me xistin û niha jî em li dibistanan bi cih dibin. Em dixwazin vegerin malê xwe. Dinya sar e û zivistan e. "   'Dewletên serdest destê xwe ji axa me nakêşin'   Sebha Salim bi çavên tijî rondik dibêje ew êdî westiyane û heta kengî ew ê di welatê xwe de koçberiyê bijîn û wiha pê de çû:"Berê her kes li mala xwe bêyî pirsgirêk û êş dijiyan lê niha em di nava agir de dijîn. Kes dengê me nabihîse û êşa me hîs nake. Ev çi bela bû bi serê me de hat? Em dixwazin vegerin welatê xwe û bila dijminê me jî ji gund û xaka me derkevin."   ‘Em ne Rûsya û ne jî Tirkiyeyê dixwazin, em xaka xwe dixwazin'   Nûrê Berkel a  bi eslê xwe ji Kobanê ye û li Serêkaniyê dijiya lê ji ber top û balafirên dewleta tirk koçî navçeya Til Temirê bûn wiha nêrînên xwe anî ziman:"Me Serêkaniyê ava û şên kir û mal û baxçeyên xwe xemilandin. Dewleta tirk û çeteyên wê hatin her tişt talan kirin û rûxandin. Ne ol û ne jî exlaqê wan heye. Çavên Erdogan birjin. Em ne Rûsya û ne jî Tirkiyeyê, dixwazin em xaka xwe dixwazin. Rûsya û Tirkiye hêzên dagirkeriyê ne."   'Baweriya me tenê bi QSD'ê tê'   Sozdar Xelîl a hevserê wê di operesyona Baxozê de jiyana xwe ji dest daye diyar kir ku QSD hêza mirovahî û rizgariyê ye û wiha dirêjî da gotina xwe:"Heger QSD a ku bi milyonan kes û netew ji hovitiya DAÎŞ'ê rizgar kir, terorîst be wê demê Erdogan ê ku zarokan qetil dike û serjê dike çi ye?  Erdogan jêdera hovîtî û terorê ye. Baweriya me tenê bi hêza me tê ew jî QSDê ye. Ev hêza ku mirovahî tevahî ji terorê parast û DAÎŞ têk bir."   'Ez ê konekî li hewşa mala xwe vegirim û lê bijîm'   Zergê Dewrêş jî bi lêv kir ku tenê daxwaza wê vegera cihê wê ye, dikare konekî jî di hewşa xwe de dîne û tevî zarokên xwe li bin bijî û wiha dom kir:"Em ê bi hêz û îradeya xwe sînorên ku di navbera me de hatiye avakirin, rakin. Ew ê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re azad bijîn. Berê me newêrîbû, em nêzî sînor bibin û lawirên xwe biçêrînin ji ber ku em didan ber guleyan. Bila Rûsya û Tirkiye ji xaka me derkevin. Em ê vegerin hembêza Serêkaniyê û li wê bijîn."