Şaredariya Riya Armûşê jî hat desteserkirin 2019-11-09 08:39:56   WAN - Di encama serdegirtina malan de  Hevşaredarên HDP'ê yên Rêya Armûşê Şehzade Kurt  û Azîm Yacan hatibûn binçavkirin. Bi şev saet di 2:00'an  de bi biryara Wezîrê Karê Hundir  qeyûm tayinî  şaredariya Riya Armuşê.    Di operasyona serê sibehê de Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Şehzade Kurt û Azîm Yacan hatibûn binçavkirin. Bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Saît Dede, endamên meclîsa şaredariya Riya Armuşê, hevserokên HDP'ê yên Wanê hevşaredarên Qelqelî, Bêgirî û Elbakê li şaredariyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Bi şev seat di 2:00'an de ji aliyê Wezîrê Karê Hundir ve bi hinceta "Endamên rêxistinê ne û propagandayê rêxistinê kirine" hevşaredar Azîm Yacan û Şehzade Kurt ji kar hatin dûrxistin. Cihê Azîm û Şehzade  qeymeqamê navçeya Riya Armuşê Sînan Aslan wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Tayinkirina qeyûm ji aliyê polîsan ve ji HDP'yiyan re hat ragihandin.    Di encama ragihandinê de navbera polîs û HDP'yiyan de gengeşî derket. Polîsan bi zorê xwest ku HDP'yiyan ji şaredariyê derbixe parlementeran bertek nîşan dan. Nobeta parlementeran û endamên meclîsa şaredariya Riya Armûşê li şaredariyê didome.    Li gel şaredariya Riya Armûşê bi giştî 16 şaredariyên HDP'ê ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin.