HDP'yiyan li şaredariya Riya Armuşê dest bi nobetê kirin 2019-11-08 17:54:23   WAN - Di operasyona serê sibehê de Hevşaredarên HDP'ê yên Rêya Armûşê Şehzade Kurt  û Azîm Yacan hatibûn binçavkirin. HDP'yiyan li şaredariyê dest çalakiya nobetê kirin.    Di operasyona serê sibehê de Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Şehzade Kurt û Azîm Yacan hatin binçavkirin. Bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê Muazzez Orhan,Murat Sarisaç,Saît Dede,endamên meclîsa şaredariya Riya Armuşê,hevserokên HDP'ê yên Wanê hevşaredarên Qelqelî,Begirî û Elbakê li şaredariyê daxuyanî hat dayîn. Destpêkê  alîkariya hevşaredaran Ozlem Tucî axivî. Ozlemê diyar kir ku hete ku hevşaredarên wan neyên Berdan ew ê şaredariyê terk nekin û wiha axivî;"Di operasyona serê sibehê de bi awayekê bê hiquqî hevşaredarên me hatin binçavkirin. Em operasyona li dijî hevşaredarên xwe şermezar dikîn û qebûl nakîn. Em gelin û em mafdarîn. Em ê teqez bi ser bikev. Heta ku hevşaredarên me neyên berdan em ê şaredariyê terk nekîn. Gel em hilbijartîn û em bi hilbijartinê hatîn û em ê bi hilbijartinê herîn. "   'Polîtîkayên qeyûm dijminahî ye'   Parlementerê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç ji bi lêv kir ku li dijî Partiya wan bêhihuqî berdewam dike û wiha got:"Li bajarên kurdan hiquqeke cuda pêk tînin. Li bajarên Tirkiyeyê yên din hiquqek cuda pêk tê. Em dikarîn bibêjîn ku li welat hiquqek duritî pêk tînin. Em bi hiquqeke dijminane re rûbirû ne. Binçavkirina hevşaredarên me ji bo desteserkirina şaredariyan hincetek e. Şaredariya Riya Armuşê bi ji sedî 50 dengan hate qezenckirin. Gel dengê xwe ji HDP'ê re avêtiye. Wekî ku endamên  ÎŞÎD'ê girtine wisa nêzî hevşaredarên me dibin. Polîtîkayên qeyûm nayên qebûlkirin.  "   'Em li şaredariyê dest bu çalakiya nobetê dikîn'   Murat di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku heta hevşaredar neyên berdan ew ê şaredariyê terk nekîn û wiha bı dawî kir;"Heta ku dev jî polîtîkayên dijminane bernedin em ê dev jî têkoşîna xwe bernedîn. Heta ku mafên me nedin me em ê şaredariyên xwe terik nekîn û heta ku hevşaredarên me serbest neyên berdan em ê li şaredariyê bin û em li şaredariyê dest bu çalakiya nobetê dikîn. "   Pişti daxiyaniyê bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê li şaredariyê dest bı çalakiya nobetê kirin.