Hasîp Akbulut ê xwe parast: Armanca min ne qetilkirin birîdarkirin bû 2019-11-08 14:50:58   AMED - Hasîp Akbulut ê li Bismilê Muteber Akbulut a pê re hat zewicandin qetil kir got, "Armanca min ne qetilkirin birîndarkirin bû" û xwe parast.   Muteber Akbulut (Muhterem) a 49 salî li Bismila Amedê  di 3'yê Mijdarê de ji aliyê mêrê pê re zewicandî Hasîp Akbulut (65) ve hat qetilkirin. Hasîp Akbulut ê ku piştî qetilkirin hat binçavkirin û sewkî edliyê hat kirin, îfadeya wî ya li Muduriyeta Emniyetê ya li Bismila Amedê hat dîtin.       Li gorî girteka îfadeyê bersûc Hasîp Akbulut ê xwe parastiye dibêje, "Armanca min ne qetilkirin birîdarkirin bû." Herwiha Hasîp Akbulut dîsa di heman girtekê de li ser pirsa tu poşmanî an na? jî dibêje," Ez ne bawer im."    Bersûc diyar dike ku wî bi gûmana 'dibe ku Muteber ew xapandibe' kuştiye û di berdewamiya îfadeya xwe de wiha dibêje: "Heta niha min nedît ku hevjîna min xapandiye û min nebihîstiye jî.  Min rojekê nebihîst ku bi mêrekî din re diaxive û dibîne. Tu delîlekî ku di warê xapandina hevjîna xwe de bidim tune ye."