Qeyûm tayînî du gundên ku pevçûn li wan berdewam dikin kirin 2019-11-08 13:52:46   MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku piştî pevçûnên li Mehsertê ên di meha îlonê de keyayên gundê Xerabmişkê û Xirabê Şêxmehmûd ku ji aliyê leşkeran ve hatibûn tehdîtkirin ji peywirê hatine girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin.     Li navçeya Mahserêt û Nisêbîna Mêrdînê li herêma bejahî ya Omeryanê, bandora pevçûna ku di 7'ê Îlonê de pêk hatibû ku di encamê de gelek leşker hatin kuştin hîna berdewam dike. Hatibû îdakirin ku piştî bûyerê di 15'ê mehê de fermandarê qereqola li herêmê bang li 15 keyayên gundan û bi dehan niştecihên gund kiriye û zext li wan kiriye.    Qeyûm tayînî keyayê du gundan kirin!   Li gel ku di ser bûyerê re meh derbas bûne hat îdakirin ku zextên li ser gundiyan berdewam dikin û qeyûm tayînî şûna keyayên du gundên li herêmê kirine.  Herwiha hat diyarkirin ku berî bi du rojan keyayên gundê Xerabmişkê û Xirabê Şêxmehmûd ji peywirê hatine girtin û ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin.