Kurdên Êzidî li Şengalê li dijî êrîşan nerazîbûnên xwe nîşan dan 2019-11-08 13:21:53   ŞENGAL - Kurdên Êzidî li Şengalê li dijî êrîşên dewleta tirk nerazîbûnên xwe bi daxuyaniyekê nîşan dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîş bi tu rengî ji bo têkoşîna Êzidiyan nabe asteng û ew ê li dijî êrîşan dengê xwe tim bilind bikin.    Di 4'ê Mijdarê de dewleta tirk bi balafirên şer êrîşî ser Bajaroka Xanesorê kiribû. Di 6'ê Mijdarê de dewleta tirk dîsa êrîşên xwe dewam kir û vê carê jî êrîşî Gundê Bare yê Şengalê kir. Êzidiyan bêdengiya Hukumeta Iraqê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî rexne kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin li dijî van êrîşên dijmirovî divê hemû kes bibe yek û dawî li bêdengiya xwe bînin. Di heman demê de Endamên Meclîsa TAJÊ derbarê erîşan de nêrînên xwe anîn ziman.    'Em ê têkoşîna xwe bidomînin û tune nebin'   Endama Meclîsa TAJÊ Mircan Hecî wiha got:"Ev demek dirêj e dewleta tirk û hevkarên wê erîşî Rojava dike. Ev çend roj in li ser Şengalê êrîşên hewayî zêde dikin. YBŞ'ê gotibû 3 şervan bîrîndar bûne. Em wek dayik vê helwesta faşîst a Erdogan şermezar dikin. Di van erîşan de destê dewletên din jî hene. Jixwe ji ber wê bêdeng dimînin. Armanca Erdogan a sereke dixwaze me tune bike. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin û tune nebin.   'Bila hemû kesên xwedî wicdan li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin'   Hezar Mendo jî wiha got:"Erdogan û hevkarên wî hem êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike hem jî êrîşî Şengalê dikin. Dixwazin zarokên me tune bikin lê em vê qebûl nakin û em ê li dijî vê yekê her dem serî hildin. Zarokên me li ser axa xwe dijîn, parastina axa xwe dikin. Em van êrîşan şermezar dikin. Bila hemû kesên xwedî wicdan li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin."