Li Enqereyê 9 jinên hatine binçavkirin dê derxin dadgeha Enqereyê 2019-11-08 12:57:47   ENQERE - Li Enqereyê 9 jinên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li emniyetê dê derxin Dadgeha Enqereyê.    Li Enqereyê di 5’ê mijdarê de 9 jinên endam û rêveberên HDP’ê û sendîkayê bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê çalakî û xebat kirine” hatibûn binçavkirin îro piştî îfadeyên li emniyetê tê payîn wan derxin Dadgeha Enqereyê.    Parêzeran da zanîn ku di binçavan de pirsên “Hûn beşdarî çalakiyên li ser fermana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rêxistina terorê pêk hatine bûne? Li gorî rêxistina jinan TJA’yê ya girêdayî PKK-KCK’ê xebatên we çi ne? Hûn bi kî re dixebitin? Hûn beşdarî tu çalakî û şahiyên jinan bûn?” ji jinan kirine.    Navên jinên binçavkirî wiha ne: “Rêvebera berê ya HDP’a Enqereyê Derya Bakir,  rêvebera HDP’a Çankaya Hanim Bînîcî, endama HDP’ê Meryem Kîraz, endama Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Sevgî Sazan Kişin û xebatkara KESK Newroz Kirkaya, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Merve Aytemur, Zozan Yelîz Yildirim, Nazan Okmen û Ayfer Apaydin.”