Ceza li kesên beşdarî daxuyaniya 1’ê Îlonê bûn hat birîn 2019-11-08 12:47:37   ŞIRNEX - Li Sîlopiyê, ceza li kesên ku beşdarî daxuyaniya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûn birîn. Bi sûcdariya “Li dijî fermanê derketin” ji bo 20 kesên dinavê de hevşaredara jî heyî her yekê 320 TL cezayê pere hat bîrin.    Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, ceza li kesên beşdarî daxuyaniya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeyê hat lidarxistin bûn, her yekê 320 TL cezayê pere hat birîn. Midûriyeta Polîsan a Navçeyê bi hinceta madeya 32’emîn a Kanûna Hejmara 5326’an bi îdîaya “Li dijî fermanê derketin” cezayê pere birî. Cezayê pere li 20 kesan zêdetir hat birîn û dinava van kesan de hevşaredarên navçeyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk û endamên meclîsa şaredariyê jî, hene.     Welatî û endamên partiyê yên ceza li wan hat birîn, ji bo betalkarina biryarê serî li Dadgeha Cezayê Aslî ya Sîlopiya dan û xwestin ku ceza bê betalkirin.