Malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-11-08 12:40:44   STENBOL - Malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din, ji bo biçîn Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç, ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişk û xarziya Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û Eylem Çetîn jî, ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriyê dan.    Malbatan herî dawî di 5’ê Hezîranê û 12'yê Tebaxa 2019'an de, hevdîtin bi xizmên xwe re kiribûn û ji wê rojê û vir ve hemû serlêdanên malbatan tên redkirin.