Hevşaredara Hezexê Songul Erden: Êrîş bi plan tên kirin? 2019-11-08 10:09:09   ŞIRNEX - Kesê bi navê Şukru Erden ê ku endamê teşkîlata navçeya Hezexê ya AKP’ê ye,  hat diyarkirin ku beriya du hefteyan êrîşî Hevşaredara Hezexê Songul Erden kir. Songul, anî ziman ku ew kes ji aliyê AKP û polîsan ve tê rêvebirin û wiha got: “Em ê jin bi hêza xwe û li hember van êrîşan bisekinin. Em ê heta dawiyê li hember van êrîşan li ber xwe bidin û bersivê bidin.”   Zext zext û ferzkirina sîxurtiya ya li rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dikin. Kesê bi navê Şukru Erden ê ku endamê teşkîlata navçeya Hezexê ya AKP’ê ye  hat diyarkirin ku beriya du hefteyan êrîşî Hevşaredara Hezexa Şirnexê Songul Erden kir. Derbarê mijarê de Songul Erden ji ajansa me re axivî.   ‘Ev kes ji bo êrîşî min bike hat şaredariyê’   Songul, bi lêv kir ku di demên dawiyê de êrîşên li dijî HDP’ê gelek zêde bûne û wek mînak ji bo van êrîşan dayikên ku li ber deriyê avahiya HDP a Amed rûniştine mînak da. Songul, da zanîn ku êrîşa li dijî wê beriya du hefteyan ji aliyê kesê bi navê Şukru Erden ve pêk hatiye û wiha got: “Beriya du hefteyan kesê bi navê Şukru Erden ê ku endamê teşkîlata navçeya Hezexê ya AKP’ê ye  êrîşî me kir. Dema xwest bikeve odeya serokatiyê endamên me yên meclîsê ew asteng kirin.  Ji endamên meclîsa me re got ‘ew li ku ye?  Ji min re bînin.’ Endamên me yên meclîsê tehdît kirin û got kêr li gel min heye rê bidin min, an na ez ê we bikûjim. Li ser vê yekê jî endamên me yên meclîsê jê re gotin heta tu me nekûjî em ê nehêlin tu derbas bibî.  Ev kes ji bo êrîşî min bike hat şaredariyê.”   Êrîş bi plan tên kirin?   Songul, di berdewamiya axaftina xwe de got ku piştî ew kes ji şaredariyê çûye şûnde bi telefonê li wê geriyaye û bi devkî êrîş lê kiriye û wiha domand: “Wî bi xwe jî dema bi telefonê axivî jî got ‘ez endamê AKP’ê me.’ Endamên meclîsa me tehdît kirin û ji wan re got ‘ez şaredara we li ku derê bibînim ez ê wê di erebeyê de bişewitînim.’ Ev jî têr nekir heman rojê êvarê saet dora 20.00’an bi erebeya xwe hat û ket hewşa mala min. Vî kesî di koşeyek hewşê de xwe veşartibû. Ji malbata min kesek vî kesê ferq kir  û em li ser vê yekê li polîsan geriyan. Piştre polîs hatom. Ger ku me agahî neda polîsan û wî kes ferq nekira yan dê komployek bikira yan jî dê min birevanda. Piştî ku polîs hatin plaqaya erebeyê girtin û ji min pirsîn tu sûcdarî yan na. Min ji wan re got ez ne sûcdarim. Ger ku ez sûcdar bûbûma minê daxwaza wan bi cih bianiya. Ev kesê ku êrîşî min kir bawaerim hevkariya wî bi polîsan re jî heye.  Lê ev kesê ku êrîş dike ne bi tenê ye têkiliya wî bi polîs û AKP'ê re heye."    ‘Ji bo xemlê danîne wê derê?’   Songul, bal kişand ser cihazên X-Rayê ku di têketina şaredariyê de hatine bicihkirin û wiha domand: “Ji bo xemlê danîne wê derê. Dema Şûkrû Erden bi kêrê ket şaredariyê ji aliyê polîsan ve lêgerîna li ser wê nehat kirin? Polîs jî hevkarên van êrîşan e.”   ‘Gelê me me dibparêze’   Songul, di dawiya axaftina xwe de got ne bi taybet û ne jî wek şaredarî tu pirsgirêka wan bi wî kesê re tune ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev êrîşên ku  îro li dijî min pêk tên ez  tu wateyê nadimê. Niha tu ewlehiya min tune ye. Ev kes çima êrîşê min dike? Divê gelê me li hember van êrîşên ku li dijî vîna gel tên kirin bêdeng nebîne. Em vî kesê ji nêz ve nas dikin. Me di serî de jî gotibû pêdiviya me bi parêzkaran tune ye. Ji ber ku gelê me me diparêze.  Em ê jin bi hêza xwe hember van êrîşan bisekinin. Em ê heta dawiyê li hember van êrîşan li ber xwe bidin û bersivê bidin. Her wiha paşnavê min û yê kesê êrîşkar jî wekî heve,  lê tu nêzîgatiya me bi hevre tuneye.”