Ji bo jinên ku mafê jiyanê parastin ceza hat dayîn 2019-11-08 09:22:52   MERSÎN - Ji Tora Parastina Jinê Çîgdem Serîn, diyar kir ku bi armanca bertek nîşanê newekheviya zayenda civakî û kuştinên jinan bidin kampanya ‘Demildest pêşî li kuştinên jinan bigirin’ dane destpêkirin û di çarçoveya vê meş û daxuyaniyên pêk anîne bûye hinceta ceza û got: “Bi cezayan hewl didin dengê jinan bibirin. Lê dengê têkoşîna jinê nikare bê bê qutkirin.”   Platforma Jinan a Mersînê, bi armanca bertek nîşanê kuştinên jinan û newekheviya zayenda civakî bide, heta 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta Li Ser Jinê ya Navneteweyî kampanya ‘demildest pêşî li kuştinên jinan bigirin’ da destpêkirin. Jinan di çarçoveya kampanyayê de di 12’ê cotmehê de li navçeya Yenîşehîrê li Parka Guven meş û daxuyanî pêk anîn.   Emniyeta Yenîşehîrê roja borî, qanûna Kabahatan hincet nîşan da û ji bo jinên tevlî daxuyaniyê bûne 320 TL ceza birî. Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Serîn, der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kir. Çîgdemê destnîşan kir ku ev ceza bi armanca qutkirin dengê jinan tên kirin û got: “Lê zext û astengî wê dengê têkoşîna jinan nikaribin qut bikin. Qanûna hejmar 6284 pêk nayê. Hewcedariyên Peymana Stenbolê pêk nayê. Hema hema her roj jinek tê qetilkirin. Jinên jiyana xwe diparêzin tên cezakirin. Li aliyê din jî nivîskarên nêzî desthilatdariyê femînîst hedef tên girtin. Dixwazin tevgera jinan bixin bin zextan.”   ‘Em dest ji piştevaniyê bernadin’   Çîgdemê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber em dizanin ku em destkeftiyên xwe bi têkoşînê dikarin biparêzin. Destkeftiyên me bi bedel û têkoşînên mezin hatin girtin. Em ne dest ji destkeftî ne jî ji têkoşîna xwe berdidin. Ji ber em dixwazin bijîn. Em dixwazin jiyanek azad bijîn.”