‘Bikaranîna çekên kîmyewî nikare were rewakirin’ 2019-11-08 09:12:10   AMED - Bikaranîna çekên kîmyewî li hember mirova û xwezayê sûcekî mezin e. Hem di aliyê tendirustî û ekolojiyê de jî sûcên mezin bi xwe re diafirîne. Dibe sedemê tahrîbatên mezin û mayînde.   Çekên kîmyewî li ser xweza, mirov û lawiran bandoreke şewatkar û kujerî dike. Ev bi qasî tê fikirîn zêdetir belav dibe. Weke hişk, gaz, hêlim, rohn tên dîtin. Bi taybetmendiyên xwe yên kîmyewî li ser hucreyên di organîzmaya zindîyan de ne bandor dike. Bi rêya hewayê qadeke berfireh bi xwe digire ku cihê gihiştiyê encamên kujerî bi xwe re diafirîne. Di salên 1997’an de tirkiyeyê hevpeyman bi 192 welatan re îmze kir ku çekên kimyewî bi kar neyne. Lê di pêvajoya êrişa Rojava de angeştek hat kirin ku dewleta tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîye. Vê yekê nakokiyên mezin ava kir. Li ba van yekan tahribat, zerara ku afirandiye me bi ekolojist Sîyajîn û endamê SES’ê tenduristvan Gonul Adibeli re nirxand. Siyajîn di axaftina xwe de cih da van gotinan; “Hemû xweza di nav hev de hev bandor dike. Bi zerardayînan re xweza, zindî û ne zindî ji vê yekê bandor dibin û ev dibe zerara giştî.”   Nîşaneyên bikaranîna çeka kîmyawî piştrast dike   Hevseroka Komeleya SES’ê Gonul Adibelî di derbarê bi karanîna çekên kîmyewî de ev zanistan parve kir; “Dema çeka kîmyewî were bikaranîn em ê wê çawa ferq bikin? Piştî êrişê li derdor bêhnek cuda belav dibe. Nîşaneyê weke dîtina dilopên rohn ên şikber yan jî komên avê yên hatine berhev bikaranîna çekê  piştrast dike. Wekî din kesên li qada êrişê jî wê zelal nebîne, di sîngê de êşek giran wê hîs bike, di standina hilmê de wê zorê bikişîne. Di laş de sorbûn yan jî werimadnin wê rû bide. Li gel van yekan lêdana dil û verşandin jî nîşaneyên wê ne ku çeka kîmyewî hatiye bikaranîn.”   ‘Çeka kîmyewî amûra mirinên konek e’   Gonul bi nasandin û nîşandana bandorên çeka kîmyewî re dest bi axaftina xwe kir û wiha got; “Di pevçûnan de gelek çek tên bikaranîn. Hinek ji wan weke gazên qutkirina hilmê, gazên sinir, gazên jehrkirina xwînê, gazên şewetkar, gazên bandora verşandinê û bêhalkirinê pêk tînin bi giranî tên bikaranîn. Çeka kîmyewî li ser tendirûstiya mirov bandorên kujer û şewatkar diafirîne ku bandorên wê mayînde ye. Di heman demê de çeka kîmyewî mirinên konek pêk tîne. Dema ev kîmya gihaşt laş bêy ku cilan bandor bike goşt dişewitîne û dihelîne. Ev bi şêweyê hêlim dikare demek dirêj di hewayê de bimîne û di dema standina hilmê de di destpêkê de mêlak, gurçik zerer dibîne û bandora xwe li laş belav dike, bi wê re kes dixeniqe û can dide. Ev bandoran dibe sedema ezap û mirinên lezgîn. Li gel wê ev bandorên norolojik jî dikare nîşan bide. Bi zerardayîna sîstema sinir re nexweşiyek domdar di kes de diafirîne ku tesbîtkirina wê pir zor e. Piştî demek dirêj enceq dikare were gotin ku kez ji gaza kîmyewî bandor bûye.”   Gonul li ser bikaranîna çekên kîmyewî wiha got; “Li ser armanca qetilkirinê kîjan cure çek werin bikaranîn bi taybet cureyê çekên kîmyewî amûrên dijmirovahiyê ne. Ev bi zerarên mayînde re dibe ku bandor li genan bike û zarokên astengdar jidayik bibin. Ji bo sedema van yekan tiştek hêcet nayê qebûlkirin. Çalakiyek dijmirovahiyê ye û em wê  tewanbar dikin.”   ‘Zirarek mezin dide hemû zindîyan’   Edama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Hawirnas Sîyajin Seçkîn di derbarê çekên kîmyewî û bandorên li ser xwezayê dike çi ne wiha bi me re parve kir; " Destpêkê  divê em xwezayê bi hev ve girêdayî, weke heyînek temamker, giştî û zindî binirxîne. Di her çalakiyê de xweza, lawir, mirov bi heman şêweyî bi bandor dibin. Ji ber vê yekê di zerardayîna heyînekê de ew zerar dibe ya giştî. Weke zincîrekê car din li her zindiyê digere ku mirov di vê zincîrê de her tim bi hişmendîyek hîyeraşîk tev digere. Xweza qeyrana xwe ya ekolojiyê dijî vê carê. Zerarên ku gazên serayê, karbon, mayînên di şeran de tên karanîn û kimyasal bandorek rojane nade, zererek mayînde û mezin diafirîne. Zirarek mezin dide hemû zindîyan."   ‘Yek ji mînakên wehşeta mirov û xwezayê Helepçe’   Siyajin bal kişand ser bandor û qedexekirina çekên kîmyewî û wiha got; “Ger em mînaka mayîndebûyîn û zerara kîmyasalê bidin divê em li bûyera Helepçeyê binêrin. Bûyera di 1988’an de qewimiye hîna bandorên wê didomin. Mirovên li ser wê xakê hîna bi penceşêrê re rû bi rû ne. Car din felaketa ku teqîna Çarnobîl afirandiye de kesên xilasbûne û silsileyan wan bi penceşêrê re rû bi rû ne. Di rapora Neteweyên Yekbûyî de parve kirîye de di sala 1997’an de kimyasalên di rewşa hişk, rohn, gaz de ku bandora toksît li ser mirov, lawir û şînatiyan dike bi piştgiriya 192 welatan hatî piştgirîkirin de hat qedexekirin. Depokirin, hilberandin û bikaranîna wê di hevpeymanê de hat rakirin.”   ‘Hîna bikaranîna çekan berdewam e’   Siyajin li hemberî van bandoran em ê çawan xwe biparêzin ji me re wiha vegot; “Di cihên ku talukeyek ya wisa heye de divê pencere derî bi laylonên berfireh re werin nixumandin. Di dema êrişê de derdorê derî û pencereyan bi paçên şilkirî divê werin girtin. Divê cihên diyar ji bo parastinê werin çêkirin. Di dema bûyerê de maskeyên biçûk ji girîng in. Bi wê re cilên taybet ên ku laş biparêze divê amade be. Bi alarm û sîrenan divê amûrên agahdarkirinê hebin.    Siyajîn herî dawî bikaranîna kîmyasalê şermezar kir û wiha got:" Mixabin wisa diyar e ku hîna bikaranîna çekên kîmyewî berdewam e. Hîna mirov mafê jiyanê yê zindîyan xesp dikin, bi wê re zerarên neyînî diafirînin. Ji bo mezinbûn an jî deshilatdariya xwe serî li van rêyan didin. Divê ev yek neyê efûkirin. Rayedar divê li pey vê yekê herin.”