Sozdar Ehmed:Êrîşên dewleta tirk bû sedema kirîza avê 2019-11-08 09:09:23   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Hevseroka Navenda Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed teqez kir ku dewleta tirk û komên girêdayî wê rê nadin çareserkirina pirsgirêka avê û got: "Êrîşên dewleta tirk bû sedema kirîza avê."   Artêşa tirk û hevkarên wê di 9’ê cotmehê de êrîşî seranserî sînorê Rojava kirin. Di encamê  de bi hezaran kesî koçberî cihên ewle wekî Bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê bûn. Dewleta tirk û hevkarên wê stargeha avê ya Elok hedef girtin û hedefgirtina avê bû sedema kirîzê.  Têkildarê vê mijarê Hevseroka Navenda Avê, Sozdar Ehmed bi lêv kir ku Statgeha Elok ava wê digihişt Hesekê, Hol, Şedadê ,Til Temir û  Dêra Zorê.   'Êrîşê dewleta tirk û çeteyên wê pîvanên mirovahiyê binpê dikin'   Sozdar diyar kir ku hejmarek zêde ji welatiyên Serêkaniyê û Girê Spî koçberî Hesekê û navçeya Til Temirê bûne û wiha domand: "Di van êrîşan de bi hezaran gel koçber bûn. Rêveberiya Xweser 64 dibistan vekirin û gel tê de bicih kirin, lê koçber pêdiviya wan ji alîkariyê heye, ji avê bigir heya xwarin û cil. Ji bilî koçberkirina gel ji malên xwe û qetilkirina zarokan statgeha avê hedef girtin û em wekî bajar rastî kirîza avê hatin. Him gelê Hesekê pirsgirêka avê dijîn. Her wiha hejmara zêde a koçberan jî rastî kirîza avê bûn, ev êrîş pîvanê mirovahiyê binpê kir.”   'Ji bo çareserkirina kirîza avê hemû karmendê me ketin tevgerê'   Sozdarê di dewama axaftina xwe de got: "Em wekî navenda avê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê, di nava 2 rojan de me statgeha tesfiyê ku li Hemaye çalak kir û heta astekê ev pirsgirêk hate çareserkirin û heta niha jî em tê de kar dikin ji bo zelalkirina avê. Niha li Hesekê ji her 4 rojan carekê av li taxekê tê belavkirin."   'Jiyana komînal moral û hêz da koçberan'   Sozdarê bal kişand ser berxwedana gel û pêşkêşkirina alîkariyê û wiha got: "Di rojên destpêkê de ji kirîza avê gel li berxwe da û her kes bi erebên xwe ket tevgerê û ji bîran av dianîn û li koçberan belav dikir. Ev berxwedan û alîkarî pîroz e. Em spasiya gelê xwe dikin ku bi erk û wicdanê xwe rabûn û alîkarî pêşkêş kirin. Jiyana komînal di van êrîşan de rolek pir girîng û gavek pîroz avêt. Ji bo koçberan ev alîkarî hêz û moral bû. Ji bilî alîkariya avê, her malbatekê malên xwe ji koçberan re vekirin û alîkarî pêşkêş kirin."   'Pêwistî bi alîkariya koçberên kampa Waşokanî heye'   Sozdarê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Karmendên me bi alîkariya şaredariya gel bi tankêran  avê li koçberên Waşokanî belav dikin, lê mixabin rêxistinê mirovî bi erkê xwe baş ranabin û alîkarîyê pêşkêş nakin. Her 7 malbat di konekî de dijîn. Em bang li saziyên mirovî dikin ku alîkarîyê bi koçberan re bikin."