Sîlda Sîmon: Dixwazin komkujiyên Seyfo, Sêmêlê û Xabûrê dubare bikin 2019-11-08 09:06:01   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Gelê Aşûrî,Suryanî, Kildanî û Ermenî ji ber komkujiyên ji aliyê Tirkiyê ve li wan hatine kirin li çar aliyên cîhanê belav bûne. Endama Meclisa Gel a Aşûriyên Til Temirê Sîlda Sîmon got:"Armanca êrîşên dewleta tirk nûkirina komkujiya Sêfo, Sêmêlê û Xabûrê ne."       Komkujiya herî giran û mezin a li ser Gelê Ermenî û Suryaniyan hate kirin sala 1915'an de pêk hat. Di vê qirkirinê de mîlyon û 500 hezar ermenî û 500 hezar jî suryanî hatin kuştin. Vê yekê weke komkujiya Seyfo (şûr) cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt. Bi vê komkujiyê re ermenî, suryanî, aşûrî û kildanî li çar aliyên cîhanê belav bûn û niha li gelek welatan bi taybetî li Ewropayê hewl didin hebûna xwe biparêzin.   Di sala 1933'yan de beriya 86 salan artêşa Iraqê êrîşî aşuriyên navçeya Sêmêlê ya Duhokê û gundên derdora wê kir. Di êrîşê de jin, zarok, pîr û kal jî di nave de zêdetirî 3 hezar  mirov hatin qetilkirin û di gorên komî de binax kirin. Her wiha di 23'yê Sibata 2015'an de dewleta tirk bi navê DAÎŞ’ê dîsa êrîşî aşûriyên navçeya Til Temirê kir. Di şeva 23’an de cîhanê giştî çavên xwe li qetilkirin û revandina Gelê Aşûrî girt. Dîsa çarenûsa aşûriyên spartin dewleta tirk û komên girêdayî wê. Dîrok bûye şahidê gelek bûyerên bi êş ku ziman jî di vegotina wan de kêm dimîne.    Ji Komkujiya Seyfo heta Sêmêlê  Çemê Xabûrê bûbû geliyê xwînê ku ber bi dahatoyê ve diherikî. Niha dîsa jiyana aşûrî, Suryanî û Kildaniyên navçeya Til Temirê di bin xeteriya zindîkirina komkujiyan de ye. Li navçeya Til Temirê 34 gundên aşûriyan hene û 34 dêrên wan ku navê wan jî cûda ne hene. Berî aloziya Sûriyê dest pê bike tenê aşûriyên Til Temirê zêdetirî 19 hezar kes di nav de jin, zarok, kal û pîr hebûn, lê bi êrîş û komkujiyan re beşek ji wan derketin derveyî welat û li Ewropayê bi cîh bûn, beşek jî li mal, gund û navçeya xwe man.   Piştî ku DAÎŞ'ê êrîşî gundên Xeta Xabûrê kir, zêdetirî 300 kesî ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn hatin revandin û zêdetirî 20 kesên ku di nav wan de şervan, sivîl û jina bi navê Wîdad Dawûd jî heyî şehîd bûn. Di heman demê de 10 dêrên gundê Til Nesrî, Til Hefiyan, Til Şamîram, Til Tela, Ebû Tîna, Qebir Şamiya, Til Tal, Til Hurmiz, Til Cezîra û Til Sekra teqandin.  Têkildarê êrîş û komkujiyên der barê ermenî, aşûrî û suryaniyan de pêk hatin Endama Meclisa Gel a Aşûriyên Til Temirê Sîlda Sîmon nirxandin kir.   '3 milyon kes bûn qurbana tîfaqên Emerîka, Elmaniya û Tirkiyê'    Sîldayê di destpêka gotina xwe de komkujiyên Seyfo û Sêmêlê bi bîr anîn û wiha dom kir: "Gelê Aşûrî, Ermenî, Suryanî û Keldanî gelên herî kevin ên herêmê ne. Dewlet li ser serê gelê me bûn yek û komkujiyeke pir mezin ku dîrok jî ji bîr nake pêk anîn. Di encamê de zêdetirî 3 milyon kes bûn qurbana tifaqên Emerîka , Elmaniya û Tirkiyê."   'Aşûriyan dîrok, çand û hebûna xwe parastin'    Sîldayê teqez kir ku tevî ewqas komkujî û êrîşan hîn jî gel xwedî li dîrok û şaristaniya xwe derdikeve û wiha pêl da axaftina xwe: "Armanca êrîşê qirkirina Gelê Aşûrî, Ermenî û Kildanî bû, lê tevî komkujiyan jî gelan çand, dîrok û hebûna xwe parastin û ji nifşên nû re digotin, ji bo ku zarok jî hovetiya Împratoriya Osmanî û dewleta tirk nas bikin û tu carî ji bîr nekin. Em çiqas  xwedî li hêz û îradeya xwe derkevin em ê ewqasî jî hêza dijmin bişkînin."   'Êrîşa DAÎŞ li ser aşûriyên Til Temir pilana dewleta tirk bû'   Sîldayê êrîşa çeteyên DAÎŞ li ser Aşûriyên Til Temirê jî mîna pilanek ji pilanê dewleta tirk bi nav kir û wiha pêde çû: "Mirov li dîrokê binêre asta hovetî û dijminahiya dewleta tirk li dijî Gelê Kurd, Êzîdî, Aşûrî, Suryanî û Ermenî jî dibîne. Di encamê de bi milyonan kes jî kirin qurbana tîfaq û pilanên xwe yên dagirkerin û qirkirinê. Çi bela bi serê gelên herêmê de tê bi giştî ji ber pilanê Tirkiyê û hevkarên wê ye."   'Îslam şaş bi kar anîn'   Sîldayê diyar kir ku dewleta tirk û DAÎŞ baweriya îslamê bi rengekî pir şaş bi kar tînin û wiha domand:"Dîroka dewleta tirk dîrokek reş e. Dewleta tirk ku xwediyê çeteyên DAÎŞ ê ye, baweriya îslamê bi rengekî şaş bi kar tînin taybet jî di xirabkirina zihniyeta civakê de roleke pir neyînî lîstin. Îslam li gorî berjewendiyên xwe û li dijî wekhevî, hezkirin û edaleta di navbera civakê de bi kar anîn e."   'Ma cîhan ji Erdogan re nabêje ev çi Herêma Ewle ye'   Sîldayê da xuyakirin ku pilanên dagrikeriyê tên meşandin û wiha dirêjî da gotina xwe:"Erdogan ê ku behsa herêma Ewle dikir, îro li ber çavan, piştî operesyona leşkerînavçeya Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye.  Ev çawa herêma ewle ye ku gel ji ser xaka wan koçber kirin û qetil kirin. Guhertineke demugrafîk pêk tînin û çeteyên xwe li wir bi cih dikin. Armanc dagirkirina xaka rojavayê Kurdistanê ye û senaryoya Seyfo û Sêmêl û Xabûrê dîsa dûbare kirine."     'Eger agirbest bi cih neyê, îhtîmala qirkirineke din heye'    Sîldayê bang li NY'ê kir ku zextê li dewleta tirk bike ji bo li gorî agirbesta hatiye îlankirin tevbigere û wiha dawî li gotina xwe anî:"Eger agirbest ji aliyê dewleta tirk ve pêk neyê wê komkujiyên pir mezin bên kirin. Dewleta tirk wê komkujiya Seyfo, Sêmêlê û Xabûr dîsa dûbare bike. Jiyana Gelê Aşûrî, Suryanî û Ermenî di xeteriyê de ye."