'Hedefgirtina xebatkarên tenduristiyê ne ehlaqî ye' 2019-11-08 09:04:52   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Hemşîreyên Nexweşxaneya Efrînê, di derbarê hedefgirtina Rêxistina Tendirustîyê ya Bijîşkên bê Sînor a Navneteweyî  ya ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê de wiha got:"Em ne aîdê tu sazî û partiyên siyasî ne, em tenê ji bo parastina mafên mirovatiyê xizmetê dikin lê dîsa em ji aliyê dewleta tirk ve tên hedefgirtin. Bi hedefgirtina bi vî rengî dewleta tirk û komên girêdayî wê nîşan dide ku ew li dijî hemû destkeftiyên mirovatiyê ne."   Bi êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê Rêxistina Tendirustîyê ya Bijîşkên bê Sînor a Navneteweyî li rêya M4'ê hedef hatibû girtin û di encamê de endamekî Rêxistina Tendirustîyê ya Bijîşkên bê Sînor a Navneteweyî, jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî mijarê Hemşîreyên Nexweşxaneya Efrînê, axivîn. Hemşîreyan gotin:"Êrîşa li dijî xebatkarên tenduristiyê û sîvîlan ne ehlaqî ye. Divê li dijî vê bêehlaqbûnê hemû cîhan dengê xwe bilind bike."   'Em bi erkê mirovî radibin û tên hedefgirtin'   Hemşîreya Nexweşxaneya Efrînê Mizgîn Îmo êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina rêxistinên tendirustî şermezar kir û got: "Em êrîşên dewleta tirk  ên ser erdê xwe qebûl nakin. Em weke rêxistinên tendirustî bi karê xwe yê mirovî û exlaqî radibin. Em ne girêdayî tu kes û rêxistinan e. Em tenê erka xwe ya ji bo xizmeta mirovatiyê pêk tînin. Li Efrînê jî dîsa em weke hemşîre bi karê xwe radibûn cardin jî me hedef girtin. Îro careke din êrîş li Serêkaniyê dubare dibe. Herî dawî Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ya Navneteweyî rastî êrîşên dewleta tirk hat. Daxwaza dewleta tirk ew e ku her kesî tune bike."   'Êrîşên dewleta tirk li ser her pêkhateyan e'   Hemşîreya bi navê Istêrvan Memo jî wiha got: "Dewleta tirk bi awayekî hovane êrîşî gelê sivîl dike û bi taybet komên tendirustî yên ku bi erkên mirovî radibin tên hedefgirtin. Dewletên Navneteweyî jî li hember hedefgirtina rêxistinek navneteweyî bêdeng in. Jixwe ev bêdengî jî sûcek e. Bangwaziya me ji dewletên navneteweyî re ew e ku li dijî êrîşên dagirkeriya tirkiyeyê bisekinin."   'Hedefgirtina xebatkarên tenduristiyê ne ehlaqî ye'   Hemşîreya bi navê Şermîn Zade jî diyar kir ku ew ne leşker in lê dîsa jî hedef tên girtin: "Em weke komên tendirustî bi erkek exlaqî û mirovatî radibin, lê êrîşên Erdogan li Efrîn û li her derê din komên tendirustîyê dike hedef ji bo ku hîn zêdetir gelê sivîl bikin qurbaniya van êrîşan û em nikaribin wan tedawî bikin.Em ne aîdê tu sazî û partiyên siyasî ne, em tenê ji bo parastina mafên mirovatiyê xizmetê dikin lê dîsa em ji aliyê dewleta tirk ve tên hedefgirtin. Bi hedefgirtina bi vî rengî dewleta tirk û komên girêdayî wê nîşan dide ku ew li dijî hemû destkeftiyên mirovatiyê ne."