Sîham Qeryo:Heta ku hêza me yek be dijmin nikare bi me 2019-11-08 09:01:48   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryan, Siham Qeryo destnîşan kir ku êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhateyan hedef digire û got: "Êrîş yekîtiya pêkhateyan hedef digire."   Derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryan, Siham Qeryo diyar kir ku bi êrîşan yekîtî û wekheviya hemû gelan hedef tê girtin û wiha got:"Çi dibe bila bibe divê em hemû pêkhate piştigiriyê bidin hevdu. Heta ku hêza me yek be dijmin nikare bi me."   'Kêliyên hovîtiya wan ji aliyê dîrokê ve hat nivîsandin'   Siham Qeryo komkujiyên Sêfo û Sîmêl ên li Tirkiyeyê û Iraqê bi destê Osmaniyan pêk hatin wiha vedibêje: “Tu carî dîrok kêliyên xwînrijandinê ji bîr nake. Xwînrijandina gelên Ermen, Aşûr, Suryan û Kildan ji bîr nekiriye. Kêliyên hovîtiya wan ji aliyê dîrokê ve hat nivîsandin. Di dîrokê de Osmaniyan bi rengekî pir hov bi şûran gel, jin û zarokên ermen serjê kirin û qetil kirin. Armanca osmaniyan qirkirina gelên Aşûr, Ermen û Suryanan bû, ji ber wê li Tirkiyeyê û Iraqê komkujî pêk anîn. Lewma ji Tirkiyeyê û Iraqê koçî Sûriyeyê bûn û piraniya wan li Til Temirê bi cih bûn.”   ‘Bi navê DAIŞ’ê carek din xwestin Aşûrî, Suriyan û Ermenan tune bikin'   Sihamê di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Di 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê ku dewleta tirk a dagiker destek dida wan êrîşî gundewarê xeta Xabûrê yê girêdayî Til Temirê kirin. Ew xet piraniya gundê wê Aşûr û Suryan in. Bi sedan gelê Aşûr û Suryan hatin qetilkirin û bi taybet jin revandin. Piştî ku hêzên QSD’ê gel ji terora wan xelas kir carek din gelê Aşûr û Suryan dibin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi aramî jiyana xwe dewam kirin."   ‘Dewlata tirk dixwaze senaryoya Sîmêl û Sêfo dubare bike'   Sîhamê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dewam kir :“Dewleta tirk carek din bi rûyekî eşkere êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li Serêkaniyê bi dehan gundê Suryan û Aşûriyan hebû, carek din ji ber topbarana dewleta tirk neçar bûn û koçî Navçeya Til Temirê bûn û heta niha jî metirsiyek li ser gelê Aşûr û Suryan heye ku carek din di qirkirinê de derbas bibin.”   ‘Dê yekîtiya gelan kiryarê dijmin ê guhertina demografiyê herêmê têk bibe'   Sihamê diyar kir kir dewleta tirk ne tenê kurdan di heman demê de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û wiha pê de çû: “Di êrîşên operasyona ku qaşo bi navê 'Kaniya Aşîtiyê' de tenê pêkhateyek hedef nakin, hemû pêkhateyên wek Kurd, Ereb, Ermenî, Aşûr û Suryan û hwd. hedef digirin. Em wekî Jinên Suryan komkujiya derheqê gelan de qebûl nakin. Em wekî pêkhateyên herêmê tu ferq û cudahî di navbera me de tune ye. Em di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi awayekî hevpar dijîn. Bi sîstema Rêveberiya Xweser re yekîtiya me geştir bû. Em ê heta dawî li ber xwe bidin û li dijî komkojî û qetilkirina gelê me li ser piya bin.”    ‘Jin pêşenga azadî û parastina vê xakê ye'   Sîhamê da zanîn ku jin bi berxwedan û têkoşîna xwe rolek pir girîng lîst û wiha domand: "Jin di parastina xakê de, birêvbirina civakê û perwerdekirina gel û xwendekaran de pêşeng bû. Hedefgirtina jinan hedefgirtina civakê ye. Çawa ku şoreş bi pêşengtiya jina azad dest pê kir dê bi pêşengtiya jina berxwedêr a wekî Şehîd Hevrîn û Amara û bi ser bikeve.”   Sîhamê di dawiya axaftina xwe de bang li yekîtiya jinan û li rêxistinê mirovî kir ku  bi erkê xwe yê wicdanî rabin û rê li ber qetilkirina jinan û zarokan bibirin.